HDP çû serdana Dilgeş: 14 rojan wê tecrîdkirî be!

HDP'ê serdana Dilgeş ê 3.5 salî kir ku tevî dayika xwe hate girtin. Hate ragihandin ku Dilgeş wê 14 rojan tecrîdkirî be.

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê serdana Dilgeş ê 3.5 salî kir ku di operasyona qirkirina siyasî de ya li dijî Komeleya Jinan a Rosa tevî dayika xwe roja cejnê hate girtin.

Herberdevkê komîsyonê Umît Dede û endamê komîsyonê parêzer Mehmet Oner destpêkê dayika Dilgeş Gonul Aslan a li Girtîgeha Jinan a Amedê û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ozlem Gunduz û girtiyên jin ên din ziyaret kirin.

'WÊ TECRÎDKIRÎ BE'

Heyetê ragihand ku girtî bi komên ji 4 kesî li girtîgehê hatine cudakirin, wê di nava tecrîdê de di karantînayê de bên hiştin û ev pêvajo jî wê 14 rojan dewam bike. Hate gotin ku ji ber cejnê kantîna girtîgehê girtî ye, lewma girtî nikarin pêwîstiyên xwe peyda bikin. Dilgeş ku nexweşiya gurçikê pê re heye, nikarin pêwîstiyên xwe yên lezgîn peyda bike.