HDP: Biryara Dadgehê a ji bo Tuncelê derbeye li îrada gel
HDP: Biryara Dadgehê a ji bo Tuncelê derbeye li îrada gel
HDP: Biryara Dadgehê a ji bo Tuncelê derbeye li îrada gel
Partiya Demokratîka Gel (HDP) nerazîbûn nîşanî biryara 9. Daîreya Dadgeha Ceza a di derbarê Hevserok Sebahat Tuncel a ji enmdatiya PKK’ê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da û wiha got: “Erê kirina vê biryara Dadgehê di heman demê de derbeyeke li pêvajoya tekoşîna pirsgirêka Kurd a ‘çareserî û aştiyê’ hatiye dayîne. Biryarekî li hemberî xebatên civakî yên HDP’ê hatiye dayîne.
Di daxuyaniya nivîskî a Rêveberiya Merkeza HDP’ê kirî de nerazîbûn nîşanî erêkirina cezayê ji bo Tuncel hatiye dayîn da û bi bîrxist ku Sebahat Tuncel ku li 10. Dadgeha Cezayê giran a Stenbolê girtî dihate lêpirsîn kirin di sala 2007’an de ji bo parlementeriyê hat hilbijartin û hat berdan.
HDP heman biryara dadgehê a di Îlona 2012’an de biryara girtinê dayî bi bîrxist û wiha got: “Em dixwazîn bi bîrbixîn ku biryara dadgehê da diderbarê Tuncel de piştî gotina Serokwezîrê Tirk Erdogan a ‘me ji dadgehê re got tişta pêwîst wê bike’ şûnda hat dayîn.”
HDP’ê ku got: “Biryara dadgehê bi erêkirina dadgeha Bilind siyasiye. Derbeyeke ku dadgeha Bilind li îradeya gel xistiye û ne adile” wiha dewam kir:
“Tuncel bi alikariya hemû gelên me yên ji bawerî, ziman û netewên weke Kurd, Tirk, Ermenî, Ereb, Laz, Çerkes, Elewî, Sûnnî û bi alikariya karker, kedkaran, bêkesan, ciwanan, LGBT’yan û jinan ji bo parlementeriyê hatiye hilbijartin. Li Tirkiyê parlementerek ku ji bo di şert û mercên wekhev maf û aştiyê de bê jiyan kirin tekoşînê dikeye.
HDP ku diyar kir Dadgeha Bilind ne edaletê bê mafiyê belav dike û bal kişande ser neberdana parlementerên BDP’ê jî û wiha got: “Standartekî zagonî a ji bo Kurdan cuda û ji Tirkan re cuda tê bi karanîn.”
HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişande ser krîza dewletê a dawî jî wiha got: “Di van şert û mercan de ev biryara ji bo Hevseroka me hatiye dayîn em weke meşrû na pejirînîn. Emê ji bo Hevseroka xwe Tuncel serlêdanên xwe yên li Destora bingehîn dewam bikîn û li aliyê din jî serlêdanên xwe yên Dadgeha Mafê Mirovan a Eweropa bişopînîn. Li aliyê din jî emê tekoşîna xwe ya polîtîk demokratîk berdewam bikîn. Demokrasiya Tirkiyê û hêzên aştî û kedê wê li hemberî vê biryarê bêdeng nemînin.”