HDP: Bilezkirina gavên çareseriyê pêwîstiya lezgîn e

HDP: Bilezkirina gavên çareseriyê pêwîstiya lezgîn e

Desteya Rêveberiya Navendê ya HDP’ê piştî bûyera li Geverê pêk hat û di encamê de 1 jê çawişê pispor 3 leşker mirin, daxuyaniyek da û diyar kir ku bilezkirina gavên çareseriyê pêwîstiya lezgîn e.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, piştî ku îro li Qaqizmanê sê gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, îro jî li Geverê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin. HDP’ê diyar kir ku ew ji bûyerên bi vî rengî bi fikar in û got: “Ji ber dibe ku em careke din ber bi pêvajoya pevçûnan ve biçin, em careke din can bidin û wê agir bikeve malan."

Desteya Rêveberiya Navendê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya xwe de got: “Em bi fikar in. Ji ber ku em dizanin ku wê bûyerên îro li Rojhilata Navîn diqewimin  wê Tirkiyeyê ber bi xeteriyeke mezin ve bibie.

Ji bo çareserkirina yek ji pirsgirêkên herî girîng û kevnar ên vê xakê, ma em li benda çi ne. Em bang li her kesî dikin ku ji bo aştiyeke mayînde tişta ji wan tê  ji bo pêvajoya çareseriyê bikin, hiş û ramanên xwe bidin ser çareserkirina pirsgirêkan, her wiha ji helwestên ku wê bibin bingeha pevçûnên nû berdin. Em bawer dikin ku wê pêngavên rast û pêwîst ji bo aştiyeke mayinde bêne avêtin û ev yek di pêşerojê de pêkan e.

Em weke Partiya Demokratîk a Gelan hêvî dikin ku ev bûyerên bi êş ên bi vî rengî neqewimin û em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji bo malbatên wan jî sersaxiyê dixwazin."