HDP: Bi vê ferasetê re welat nayê birêvebirin, çareserî nepêkane
HDP'ê nerazîbûn nîşanî konsepta şer a AKP'ê da û xwest, tavilê çek bêdeng bibin û gav were avêtin.
HDP'ê nerazîbûn nîşanî konsepta şer a AKP'ê da û xwest, tavilê çek bêdeng bibin û gav were avêtin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê polîtîka şer a AKP'ê û bûyerên dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tirkiye bi lez û bez ber bi karesatekê ve tê dehfdan. Agir mezin dibe. Roj bi roj, saet bi saet vebûna birînên giran, qutbûna mezin û cihêbûna ji hev nêz dibe" û ev xal hat destnîşankirin:
"Her roj, her saet, bi kîjan unîformayî dibe bila be, ciwanên me, sivîl û zarokên me, ku can û nirxên vê xakê ne, ku pêşeroja vê xakê ne, dimirin. Bila rehma Xwedê li hemû canên me yên di 6'ê Îlonê de li Oremarê, Cizîrê û Sûrê jiyana xwe ji dest dan be. Em ji malbatên wan, gelên me û hemû xizmên wan re sersaxiyê û sebrê dixwazin.
Berî ku ev êş rê li ber karesatên mezintir veke, divê em bisekinînin. Bi nêzîkatiyeke ku hînê radibe dibêje 'eger 400 wekîl bihata wergirtin, wê ev yek nebûya' re, bi feraseteke Cizîr dorpêç kiriye û gule li wekîlên me reşandiye re ev welat birêve naçe û çareseriya pirsgirêkên niha kûrtir dibin, nepêkane."
'DIVÊ OPERASYON WERIN SEKINANDIN, GAV WERE AVÊTIN'
Di daxuyaniyê de ev banga 'lezgîn' hat kirin: "Pêwîste tilî tavilê ji ser tetîkê bê rakirin, çek bêdeng bibin. Her du alî dawî li şer bîne, operasyon bisekinin û ji bo bi diyalog û muzakereyê pirsgirêk çareser bibin, gav werin avêtin. Ti pirsgirêkeke me nîne ku bi diyalogê, bi axaftinê em nikaribin çareser bikin. Divê banga civîna awarte li Meclîsê were kirin û bi rêya siyaseta demokratîk rêya çareseriya pirsgirêkan were peydakirin.
Li şûna kîn û hêrsê, em neçarin bi hev re rêyên derketina ji vê karesatê bibînin. Em nikarin xwe teslîmî polîtîkayên şer ên mirinê ji zarokên xizanan re rewa dibîne û xwînê diavêjin ser xeyala aştiyê ya dayikan, bikin. Dema ku em winda bikin, nemaye. Ev bûyerên diqewimin, ne lîstikek e. Berî ku bigihêje nuqteyeke jêveger nîne, divê were sekinandin."
HDP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Şert û merc çiqasî zehmet dibin bila bin, rêya li derveyî aştî, biratî û wekheviyê, wê êşên me kûrtir bikin. Serê me hemûyan sax be."