HDP: Bi destgîrkirin û girtinê nikarin me bipirnisînin!

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê, bi bîr xist ku van 3 rojên dawî 140 HDP’yî hatine destgîrkirin û ahte gotin, ‘Hûn bi destgîrkirinê û girinê nikarin me bipirnisînin’’.

Berdevaka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê û Wekîla Êlihê Ayşe Acar Başaran têkilî terora destgîrkirin û girtinê ya van rojen dawî ya li ser HDP’ê daxuyanî da.

Başaran bi bîr xist ku van 3 rojên dawî 140 HDP’yî hatine destgîrkirin, diyar kir ku Hevserokên Bajêr a HDP’ê ya Êlihê Nîzamattîn Toguç û Bêrîvan Helen Işık dema ku hatine destgîrkirin polîsan Tirk derb li wan xistine.

Başaran got li Tirkiyê ti hiqûq û demokrasî tine, li devera ku hiqûq û demokrasî hebe, bi hinceta ku pêşî li ‘çalakiyên pêkan’ were girtin, mirov nayên destgîrkirin, ji ber çalakiyên ku wan nekirine siyasetmedar nikarin werin sûcarkirin, lê li Tirkiyê ev hemû tişt dibin.

Başaran bal kişande ser tifqaa AKP-MHP’ê û got ji bo ku muxalefetê bêdeng bikin û biçewisînin, ‘her cure nehiqûqî, nelirêtiyê dikin’’.

Herî dawî hate gotin HDP rewatiya xwe ne ji Serokê Giştî yê AKP’ê lê ji gel, ji mafdarbûna xwe digire. Başran xwest kesên ku hatine destgîrkirin demildest werin berdan û got, ‘’Hewasa wan a bi destgîrkirin û girtinê dixwazin me rawestînin wê ti encamê bi xwe re neyîne. Yên ku bi rengekî nehiqûqî û neheq hatin destgîrkirin divê demildest werin berdan.’’