'HDP alternatîfa yekane ye'

Tevgera "Gaveke din" ji bo HDP û Demîrtaş li hev civiya û dest bi karekî serbixwe yê hilbijartinê kir. Tevgerê bang li her kesî kir ku tevlî kampanyayê bibin.

Piştî ku hilbijartinên pêşwext ketin rojevê, tevgera "Gaveke din" bi şiyara "Li dijî rejîma şexsekî, ji bo welatekî demokratîk û pirreng, ji bo hilweşandina bendan em dengê xwe bidin HDP û Demîrtaş" li hev civiya.

Yek ji aktîvîsên tevgera "Gaveke din" Hakan Ozturk li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê û sedemên dayina dengan ji bo HDP û Demîrtaş ji ANF'ê re axivî.

Hakan Ozturk diyar kir ku bi biryara hilbijartinên pêşwext re wan xwe bi rêxistin kirin û got, "Ji bo Demîrtaş dengê xwe zêde bike, HDP dengê xwe yê heyî biparêze, ay jî zêdetir bike, me biryar dan ku em dengê xwe ji bo hilweşandina benda hilbijartinê bidin. Bêguman sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku em dixwazin parlamenta li Tirkiyeyê karibe kar bike, dawî li rêveberiya şexsekî were anîn û demokasî pêk were. Eger em karibin vê bikin, em ê hingî karibin deng û însiyatîfa gel biparêzin. Ji bo vê jî divê destek ji HDP û Demîrtaş re were dayin. Di vê mijarê de me bang li her kesî kir ku tevlî me bibin. Ji xwe gelek kesên bi vî rengî difikirîn hebûn û ew jî li ser bingeha 'Gaveke din' li hev civiyan. Di vê çarçoveyê de me metneke hevpar derxist û bi raya giştî re parve kir."

Hakan Ozturk işaret bi girîngiya hilbijartinê kir û got, "Gelekî girîng e ku demokrasî û parlament bi kêrhatî bibin. HDP'ê eşkere kir ku wê tevlî hilbijartinê bibe û Demîrtaş jî bû namzet. Yekane alternatîfa ku dikare hêzên li Tirkiyeyê li hev civîne û rê li ber pêşketinê veke, HDP ye. Em jî li ser vê bingehî gihîştin hev."

Ozturk li ser karên xwe yên di dema hilbijartinê de bikin jî ev agahî da: "Niha li Stenbolê di asta giştî de meclîseke me heye. Em ê hewl bidin vê yekê li navçeyên din jî bikin. Em ê belavokan belav bikin, civînên gel li dar bixin û zextê li qanûnên Rewşa Awarte bikin. Ne tenê belavkirina belavokan, bêman em ê çalakiyan jî bikin. Mînak, em ê bi rêya çalakiyekê balê bikişînin ser rewşa girtî ya Demîrtaş. Gelek çalakiyên bi vî rengî em ê plan bikin."

Hakan Ozturk di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê em vê dibêjin: Êdî deng nedin kes û hêzên rê li ber van pirsgirêkan vekirine. Destekê bide HDP û Demîrtaş ku gel, demokrasî û azadiyê diparêze."