HDP: AKP bi zorê daxwazên xwe bi dadgehan dide qebûlkirin

Ayşe Acara Başaran a HDP'yî got AKP talîmatê dide dadgeh û dadgeran û got, ''Li Tirkiyeya 2018'an hemû partîkên demên darbeyê têne dîtin.''


Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got AKP daraz radest girtiye.

'MAFÊ XWEPARASTINÊ HATIYE CEZAKIRIN'

Başaran Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem Parêzer Selçûk Kozagaçli jî di nav de bal kişande ser girtina 17 parêzerên ku piştî salekê hatibû berdan û piştre dîsa hatin girtin û got, hevpîşeyên wan ku ji ber xebatên karê xwe dikirin hatine darizandin, bi zora polîsan, bêyî ku îfadeyên wan werin gritin disa hatine girtin û got, ''mafê xweparastinê û saziyê di şexsê hevpîşeyê me de hatiye cezakirin.''

PRATÎKA DEMA DARBEYÊ

Başaran got desthilata siyasî bi zora dozger daxwazên xwe bi zorê li ser dadgeh û dadgeran dide qebûlkirin û got, ''Li Tirkiyeya 2018'an hemû paratîkên dema darbeyê têne dîtin, hêzên emniyetê li hêwanên danişînê xwe qubede dikin, dozgerên ku parastina desthilata siyasî dikin zextê li ser dadgehan dikin.''