HDP: AKP bi bi desteserkirinê rant û talanê didomîne

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Berpirsyarê Rêveberiyên Herêmî Salîm Kaplan got ku “Desthilatdarî dixwaze hebûna HDP’ê ya di meclîsan de kêm bike û pê re jî talan û rantê bidomîne.”

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Berpirsyarê Rêveberiyên Herêmî Salîm Kaplan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê piştî desteserkirina şaredariyan jî êrîşên xwe didomîne.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Desthilatdarî tehamulî tu destkeftiyê partiya me nake û herî dawîn jî endamên me yên meclîsa giştî ya bajêr ji peywirên wan dûr xistiye. Bi fermana Wezareta Karên Navxweyî di 9’ê Îlonê de 7 hevalên me yên endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê de ji peywirên xwe hatine dûrxistin.
Desthilatdarî şaredariyên HDP’ê bi darbeya qeyyûman desteser dike û endamên me yên meclîsa şaredariyê û meclîsên giştî yên bajêr dike hedef.
Di hilbijartina giştî ya di 24’ê Hezîrana 2018’an de partiya me li Mûşê ji 4 parlementeriyan 3 heb bi dest xistiye. Tifaqa AKP û MHP’ê li dijî gelê me bi kîn û nefret tevdigere û di hilbijartina 31’ê Adarê de bi dek û dolaban şaredariyên navenda Mûşê û Milazgirê desteser kirine.
Di meclîsa giştî ya bajêr de jî HDP 26 endamên wê, AKP 19, MHP 2 û CHP jî endamekî wê hene. Tê dîtin ku endamên HDP’ê zêdetir in û armanca sereke ya vê êrîşê jî tê dîtin. Tifaqa AKP û MHP’ê bi desteserkirina endamtiyên HDP’ê yên meclîsa bajêr dixwaze feraseta xwe ya rant û talanê bidomîne.
Em diyar dikin ku di vê têkoşîna demokrasiyê de em ê bi tu awayî bi paş ve gavan neavêjin û tevî gelê xwe em ê van pêngavên faşîzan pûç bikin.”