HDP: 6-7’ê Îlonê yek ji rûpelên şermê ya dîroka Tirkiyeyê ye

HDP’ê diyar kir ku 6-7’ê Îlonê şerma dîroka Tirkiyeyê ye û banga têkoşîna wekhevî, aştî û azadiyê kir.

HDP’ê diyar kir ku 6-7’ê Îlonê şerma dîroka Tirkiyeyê ye û banga têkoşîna wekhevî, aştî û azadiyê kir.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê têkildarî Komkujiya 6-7’ê Îlonê ya li hember Rûman daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 6-7’ê Îlonê ‘yek ji rûpelên şermê ya dîroka Tirkiyeyê ye’ û wiha hat gotin:

'LI HEMBER MIROVATYÊ HAT KIRIN'

"Li ser nûçeyên derew ên mala Ataturk a li Selanîkê hatiye şewitandin bi destê dewletê derdorên nîjadperest û neteweperest ên ketin dewrê komkujî û talankerî hat kirin.

Di serî de welatiyên me yên Rûm, li hember Ermenî, Yahûdî û gelên din ên ne Misilman ev êrîşên pêk hatin yek ji plansaziyeke tarî û êş e ya civak û dewleta Tirkiyeyê hê pêre rû bi rû nehatiye. 6-7’ê Îlonê ya karekî Daîreya Herba Taybet e, wek sûcekî li hember mirovatiyê di dîrokê de hat nivîsandin.”

'ÊDÎ TIRKIYE GUHERÎBÛ!

Em dizanin ku civakên bi paşeroja xwe re rû bi rû nemîne, ji ber êşan nikaribe lêborînê bixwaze, li ser heman axê nikaribe yekîtiya azad û wekhev bi gelên din re ava bike, mahkûm in gelek şermên din jî bijîn û bidin jiyîn.

Jixwe îro Tirkiye jî bi pirgirêkên wiha re rû bi rû ye. Ji ber hesabên xwe nedane paşerojê, li hember qewimînên îro jî bêdeng dimîne. Di Cizîr, Silopiya, Gever, Şemzînan, Dêrsim, Nisêbîn, Farqîn, Sûr û bajarên din li hember êrîş û komkujiyên pêş dikevin bertekekên civakî pêş nakevin.

Em careke din şerma 6-7 Îlonê tevî ev 60 sal in dixwazin bidin jibîrkirin jî em bi bîr dixin. Em dibêjin ku gelên me yên ji ziman, nasname, çand û baweriyên cuda, li hember tişta ku di dîroka me de hatine jiyîn û niha jî didin jiyandin em bi bilindkirina berxwedana xwe ya azad, aştî û wekheviyê, ji bo gelan aştî, wekhevî û biratiyeke mayînde ava bikin. "