HDP: 12’ê Îlonê navê feraseta rêveberiya otorîter a îro ye
HDP: 12’ê Îlonê navê feraseta rêveberiya otorîter a îro ye
HDP: 12’ê Îlonê navê feraseta rêveberiya otorîter a îro ye
HDP der barê 34’emîn salvegera darbeya 12’ê Îlonê ya leşkerî de daxuyaniyek da û got: “12’ê Îlonê ne tenê navê darbeyekê ye. Di heman demê de feraseta rêveberiya otorîter a îro ye.
Bi guhertina beşa destpêkê ya destûra bingehîn û 4 xalên destpêkê, perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê welatiya destûra bingehîn bê naskirin û bi avakirina derfetên pergala rêveberiya demokratîk û xweser a xwecihî re mirov dikare 12’ê Îlonê biavêje ser sergoya dîrokê.”
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir hê jî encamên hilweşîna darbeya 12’ê Îlonê hikmê xwe diparêze û saziyên ku ava kirine jî hebûna xwe didomînin.
HDP’ê got: “Mehkumiyeta cuntaker Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya jî nabe asteng ku em bi destûra bingehîn a wan çêkiriye ku meşrûyeta wê ji holê ranebûye bi qanûnên wê em bên rêvebirin.
Tenê dema bê qebûlkirin ku mirovên li vî welatî dijîn xwedî ziman, çand, nasname û baweriyên cuda ne, ev weke dewlemendiyekê bê terîfkirin û bi destûreke bingehîn a cudatiyan dixe bin garantiya demokratîk, wekhevîxwaz, azadîxwaz, ekolojîk û civakî şopên 12’ê Îlonê dikare bên rakirin.
Bi guhertina beşa destpêkê ya destûra bingehîn û 4 xalên destpêkê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafê welatiyan destûra bingehîn bê naskirin, bi avakirina derfetên pergala rêveberiya demokratîk û xweser a xwecihî re mirov dikare 12’ê Îlonê biavêje ser sergoya dîrokê.”
Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Em wek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo tevahî sazî û hiqûqa destûra bingehîn a 12’ê Îlonê ji holê rabin, zerarên kesên bûne mexdûrê darbeyê bên telafîkirin em têkoşîna xwe didomînin. Piştî 34 salan careke din em sivîl û leşkerên 12’ê Îlonê dan jiyandin, piştgirî dan wê demê, wek parçeyek wê xebitîn û dîsa zîhniyetên polîtîk ên wan em lanet dikin.”