HDK Îzmîr: Bila hemû girtiyên Gezî werin berdan
HDK Îzmîr: Bila hemû girtiyên Gezî werin berdan
HDK Îzmîr: Bila hemû girtiyên Gezî werin berdan
Civata Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) xwest, girtiyên ji ber berxwedana Parka Gezî bên berdan û bi armanca piştevaniyê kart ji wan re şand.
HDK'yî li ber Sumerbanka kevin a Konakê hatin cem hev û pankarta bi nivîsa "Bila girtiyên Geziyê tavilê bên berdan" vekirin û wêneyê Alî Îsmaîl Korkmaz ê di berxwedaan Parka Gezî de jiyana xwe ji dest da, hildan.
Li vê derê li ser navê HDP'ê Cavît Ûgûr daxuyanî da û diyar kir ku li dijî zexta hukûmeta AKP'ê bi salane gel li ber xwe didin û got, "Alî Îsmaîl Korkmaz ê 19 salî, ji aliyê polîsê Tayyip Erdogan ê ji wan re digot, 'destan nivîsandine' ve li nava kolanan bi lêdanê hat kuştin."
Ûgûr da xuyakirin ku di berxwedana Gezî de heta niha pênc ciwanan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan hatine girtin û xwest girtî tavilê serbest werin berdan.