HDK'ê şehîdên Kizildereyê bi bîr anî

HDK'ê şehîdên Kizildereyê bi bîr anî û destnîşan kir, "Gelên me ji Cizîrê heta Gezî li ser şopa 10'an e."

Desteya Rêveber a HDK'ê bi wesîleya salvegera 48'emîn a Komkujiya Kizildereyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, "Kadro û hevrêyên herî hêja yên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê di 30'ê Adara 1972'an de li Kizildereyê hatin qetilkirin" û hate gotin, "Kizildere ne mexdûriyeteke ku em ê bi qederê bi bîr bînin. Ya ku ji Kizildereyê ji me re ma, mîrateya berxwedaneke destanî ye ku li dijî hêzên kontr-gerîla hate meşandin."

Di daxuyaniyê de Mahîr Çayan, Sînan Kazim Ozudogrû, Hudaî Arikan, Cîhan Alptekîn, Nîhat, Yilmaz, Ertan Sarûhan, Ahmet Atasoy, Sabahattîn Kûrt, Omer Ayna û Saffet Alp ên li Kizildereyê şehîd bûn hatin bibîranîn û hate gotin, "Wan ji bo rizgarkirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan canê xwe feda kirin. PêkanÎna têkoşîna hevpar a azadiyê ku wan 10 şoreşgeran li Kizildereyê ji me re hişt, wezîfeya me ya bingehîn e."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Gelên me mîna li Sûr, Gever, Silopiya, Cizîrê, li Cerattepe, Hopa, Geziyê li ber êrişên dîktatoriyê rabûn û li ser şopa 10'an in."