HDK’ê ji bo Kahya sersaxî xwest

HDK’ê ji bo Kahya sersaxî xwest

Pêkhateyên HDK’ê ji bo endamê Desteya Rêveber a Navendî ya SYKP’ê Mustafa Kahya peyama sersaxiyê weşand.

Pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan  (HDK) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Şoreşgerekî din jî ji nav me veqetiya."

Di peyamê de wiha hat gotin: “Mustafa Kahya endamê Desteya Rêveber a Navendî ya SYKP a pêkhateya HDK’ê, di encama nexweşiyekê de li nexweşxaneyê me winda kir. Em ji ber windakirina rêhevalê me Mustafa ku tevahî jiyana xwe da têkoşîna ji bo çîna karker û bindestan,  gelê Kurd û piştevaniya enternasyonalîzmê em xemgîn in. Rêhevalê me Mustafa ji ber têkoşîna xwe ya li hember faşîzmê di demên cuda de rastî zext û zorbetiyê hat. Kongreya Demokratîk a Gelan wê têkoşîna rêhevalê me Mustafa ya ji me re wek mîras hişt, têkoşîna biratiya gelan û yekîtiya bindestan wê bidomîne.”

Em wek Kongreya Demokratîk a Gelan ji ber wefata Mustafa Kahya ji rêveber û endamên Partiya Sosyalîst a ji Nû ve Damezrandinê, ji malbat û hevalên wî yên têkoşînê û tevahî hevalên wî yên HDK’ê re sersaxiyê dixwazin, êş û xemginiya wan parve dikin."