HDK'ê destek da berxwedana karkerên metalê

Hevberdevkên HDK'ê Tûncel û Kurkçu dan xuyakirin ku ew destekê didin daxwazên karkerên metalê yên li ber xwe didin.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku ew destekê didin daxwazên karkerên metalê yên li ber xwe didin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Bûrsayê, di serî de karkerên Renaûlt, Tofaş, Coşkûnoz bi qasî 20 hezar karkerên metalê ji bo nanê xwe, li dijî zextên patronan û sendîkaya zer Turk Metalê ev 10 roj in li ber xwe didin û destnîşan kirin ku karker li hemberî zêdekirina kêm a heqdestan, ji bo bilindkirina heqdesteyan li ser piyan e.

Hevberdevkên HDK'ê dan zanîn ku patrolên metalê bi rojane bi xemsarî nêzî daxwazên karkeran ên ji bo mafê xwe dibin û karkerên metalê jî biryardariya xwe nîşan didin û heta mafên xwe wernegirin ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Tûncel û Kurkçu di daxuyaniya xwe de xwestin hurmet ji tercîha karkeran a li sendîkayan were nîşandan, daxwazên zêdekirina heqdestan li ber çavan werin girtin û di vê demê de ti karker bi ti hincetê ji kar neyên avêtin. Hevberdevkan gotin, "Em weke Kongreya Demokratîk a Gelan îlan dikin ku li cem hemû daxwazên karkerên metalê ne û berxwedana bi rûmet a karkeran silav dikin."