HDK bi kongreya nû dikeve pêvajoyeke nû

HDK bi kongreya nû dikeve pêvajoyeke nû

Hevberdevkên Kongreya Gelan a Demokratîk Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu der barê kongreya HDK’ê ku wê 15-16 Mijdarê li Enqereyê bê lidarxistin de agahî dan û dan zanîn ku wê HDK bi kongreya xwe ya nû bikeve pêvajoyeke nû.

HDK beriya civata ku di 15-16'ê Mijdare de li Enqereyê li dar bixe, bi civîna çapemeniyê ku Komeleya Çandê ya Dîvrîgiyê der barê naveroka kongreyê de agahî da. Hevberdevkên HDK'ê û parlamenterên HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel û Parlamenterê HDP'ê ye Stenbolê Abdullah Levent Tuzel beşdarî civîne bûn.

Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu got ku ji bo wan ya herî girîng aştî ye û wiha axivî: "Ji bo hemû gelan aştî pewîst e. Em zanin ku pirsgereka hemû kesan aştî ye. Di vê civatê de ya herî girîng aştî ye û em ê vê yekê deynin pêşiya xwe." Kurkçu gotinên hikûmetê yê ku li ser çalakiyan bibîr xist û ew tişt li gotinên xwe zede kir: "Hikûmet dibêje hûn nikarin çalakî û civînan pêk bînîn. Ger hûn çalakî û civînan li dar bixin bi van çareser nabe. Li hemberî van gotinan em jî dibêjin ku mafên gelan e ku çalakiyên demokratîk û civînan çêbikin. Aştî tene ne ji bo hikûmetê ye." Kurkçu bal kişand ser muzakereyê û wiha pêde çû: "Divê edî pêvajo bi muzakereyê bimeşe. Ev muzakere jî divê edî bi xwecihî be. Divê li hemû deran înîsiyatîfên aştîyê ava bibe. Yanî divê em aştîyê ji devê desthilatiyê derxin û têxin destê gel. Ev yek pir girîng e. Hikûmet ji pevajoya çareseriye direve. Em ê ji bo xweza, jiyan, ciwanan, jinan û hemû kesan mafê xwe yê birexistinî bi kar bînin."

DAXUYANIYÊN AKP’Ê WÊ JI BO PÊŞEROJÊ PIRSGIRÊKAN DERXE

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Abdullah Levent Tuzel jî wiha axivî: "Gotinên hikûmeta AKP'ê nîşan dide ku çawa nêzîkî aştîyê dibe. Ev gotinên AKP'ê dê pêşerojê de pisgirekên girîng derxe holê." Tuzel bal kişand ser çêkirina Ak Saray (Qesra Spî ya Erdogan) gotinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û wiha direjî da axaftina xwe: "Çêkirina Qesra Spî gelo çavkaniya xwe ji ku digire. Gotinên AKP'ê dide xuyakirin ku kaniya vê yekê ji ku derê tê." Tuzel got ku HDK wê li hemû qadan xwe zêde bike û bi rexistinî bimeşe.

TIRKIYEYEKE NÛ PÊKAN E

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel da zanîn ku sala 2011'de derketin rê û di 15-16'ê de Mijdarê de edî wê vê rêya ku ketine de wê bînin asteke din. Tuncel derbirî ku wexte wan nû dest bi lijneya xwe ya HDK'ê kirin bi dirûşma 'Tirkiyekê nû mimkun e' derketine rê û wiha berdewam kir: "Wextê me nû dest bi HDK'ê kir em bi vê dirûşmê derketin qadan. Wextê em bi vê dirûşmê bi kesan re meşiyan hingî me fêm kir ku ev yek bê çiqasî watedar e. Di vê demê de du bûyerên girîng rû dan. Yek jê berxwedana Geziyê ya din jî berxwedana Kobanê ye."

Tuncel da zanîn ku xebata HDK'ê ya herî girîng aştî ye û divê civat li ser vê yekê rawest e û wiha axivî: "AKP pirsgireka Kurdan wekî şantaj bi kar tînê. Aştîyê nikare li hemberî gelan wek şantajê bi kar bîne. Divê vê yekê bibe."

Tuncel got ku ew ê di civata kongreyê de li ser pênc sernavan bisekinin û wiha ev sernav wiha rêz kir: "Demokrasiyê ji nû ve bi dest bixin, azadiya kedkariyê, azadiya jinê, ekolojî û ciwan sernavên me ên ku em lijneyê de ser bisekinin." Tuncel bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: "Serokkomar Recep Tayîp Erdogan ket hilbijartinê û bû serokkomar. Bila peywira xwe zanibe û wek serokwezîr tevnegere. Bila pewîstiya xwe ya serokomariye pêk bîne."

Civîn bi bersivdaniya pirsên rojnamegeran dawî bû.