HDK: Bi Komkujiya Sêwasê re dahatûya me şewitandin

HDK di Komkujiya Sêwasê de bal kişand ser rola dewletê û got, “Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê dûmana Qetlîama Sêwasê 25 sal in, dahatûya me dişewitîne.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera 25’emîn a Komkujiya Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Serokwezîra wê demê Tansû Çîller piştî şewitandina otela Madimakê gotibû ku ‘Baş e ku tiştek bi gelê derveyî otelê nehatiye’. Serokkomar Suleyman Demîrel jî gotibû ku, ‘Ji ber tahrîkê ev bûyer pêk hatiye.’

Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê dûmana komkujiya Sêwasê 25 sal in dahatûya me dişewitîne. Komkujiya Madimakê sûcekî mirovahiyê ye. Divê kiryar û piştgirên vê qetlîamê werin mehkûmkirin. Divê ev bûyer were zelalkirin, da ku careke din pêk neyê!

Em mafê azadî û aştiyê yê hemû bawerî û nasnameyên li Anadolûyê û Mezopotamyayê diparêzin û bang li gelê xwe dikin ku piştgiriya Elewiyan bikin.”