HDK: Bi giyana seferberiyê em ê kampanyaya 'Na' bi rê ve bibin

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) diyar kirin, ew ê bi giyana seferberiyê kampanyaya 'Na' bi rê ve bibin.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu û Gulîstan Koçyîgit têkildarî guherîna Destûra Bingehîn, ku tê payin referandûma wê were kirin di taştê de bi nûçegihanan re rûniştin. Hevberdevkan bi gotina "Pêdiviya me bi seroktiyê nîn e. Gotina me ya dawî, 'Na' ye." Û bi vî rengî starta xebatên refrandûmê dan.

EM Ê KAMPANYA 'NA' BIMEŞÎNIN

Hevberdevka HDK’ê Koçyîgit têkildarî rewşê wiha got: "'Erê' ya ku ji referandûmê derkeve ji bo me ne xwedî ti rewabûnê ye. Em bi eşkere dibêjin, em ê vê Destûrê nas nekin. Li dijî vê bi zelalî em ê têbikoşin. Ji niha û şûn de vê teklîfa ku ne bi tercîha me hatiye ber me, em dikarin bikin rewşeke bi avantaj. Em dikarin careke dî encameke wiha bînin ku têkşîna weke ya 7’ê Hezîranê bi ser AKP’ê de bînin. Ji bo em hêrsa ji jêr ve çêbûyî rêxistin bikin, em ê serferberiyê ragihînin."

Koçyîgît bi berdewamî got, "Em ê ‘Na’yê birêxistin bikin. Bi me Tirkiye ne atmosfereke nû de ye. Em hêzên demokrasiyê dîsa xurt bikin. Em ê ji vê pergala hov re bibêjin, ‘na’ Koçyîgît got di vê pêvajoyê de ew bi hemû beşên civakê re rûniştine û wiha pê de çû, ‘’divê em refên xwe xurt bikin. Em vê weke pêvajoyeke dîrokî dibînin."