HDK: AKP şer, gel jî aştiyê dixwaze
HDK: AKP şer, gel jî aştiyê dixwaze
HDK: AKP şer, gel jî aştiyê dixwaze
Meclisa HDK’ê ya Navçeya Bahçelîevlerê li dijî tezkereya şer ya hikumeta AKP’ê erê kir, meş pêkanî û ji tezkereyê re ‘na’.
Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) Meclisa Navçeya Bahçelîevlerê ji bo ji tezkereya şer ya li Meclisa Tirk hat erê kirin bêjin “na”, li Qada Şirînevlerê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li gel endamên meclisê gelek welatiyan piştgirî da û di daxuyaniyê de pankarta “Ji şerê qirê ê li Sûriye û Rojava re na. Ji tezkereya şer re na” vekirin.
Di protestokirina tezkereyê de sloganên “Bijî biratiya gelan”, “gelê Rojava nebitenê ye”, “AKP şer, gel jî aştiyê dixwaze” qîrkirin, rêvebera HDK’a Navçeya Bahçelîevlerê Fatma Tûgrûl daxuyanî da.
Tûgrûl anî ziman ku, piştî ku beriya salekê guleyek ya topê li Akçakaleya ser sinorê Sûriyeyê ket û di encamê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest da, hikumeta AKP’ê weke firsend dît û wiha axivî: “AKP’ê pêşengiya mudaxeleya li ser Sûriyeyê kir, ji bo destkeftiyên Rojava têk bibe û êrîşa leşkerî ya li ser Sûriyeyê birêya çeteyên perwerde û rêxistin kirî, firsendek dît û ev tezkereya şer di meclisê de derbaz kir.”
Tûgrûl diyarkir ku, ev rayeya ku daye hikumetê tê wateya îlankirina şer li hemberî Rojava û Sûriyeyê.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê , welatiyan bi sloganan dawî li çalakiya xwe anîn.