HDK-A Kongreya xwe ya 1. li Mannheîmê li dar xist

Kongreya Demokratîk a Gelan li Elmanyayê (HDK-E) kongreya xwe ya 1. li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê pêk anî.

Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Mannheîmê (NCDK-Mannheîm) pêk hat û di destpêkê de Hevserokê NCDK-Mannheîm Cano Yildiz axivî.

Hevberdevkê HDK-Elmanya Alî Mîtîl, Rêveberê NAV-DEM'ê Bahaddîn Dogan û Ezo Ozlem ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin.

Li dû axaftina Mîtîl, rapora karê salekê ya HDK-Mannheîmê ji aliyê Hevberdevka HDK-Mannheîmê Elîf Yîgît ve hate xwendin.

Hevberdevk Mehmet Yaman jî bersiv da rexneyên delegeyan û rexnedayina xwe da.

Di kongreyê de meclîsa nû ya ji 17 kesan hate hilbijartin.

JI BO ÇALAKIYA LI STRASBOÛRGÊ BANG HATE KIRIN

Di dawiya kongreyê de Bahaddîn Dogan axivî û ji bo çalakiya roja Pêncşemê ya li Strasboûrgê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.