HBDH: Roj roja birêxistinbûna li dijî faşîzmê û hilweşandina vê desthilatdariyê ye

HBDH’ê qurbaniyên Qirkirina Pirsûsê bi bîr anî û Şoreşa Rojava silav kir û got: ‘’Ji bo ku em desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin em ê hemû derfetên xwe seferber bikin. Roj roja birêxistinbûna li dijî faşîzmê ye.’’

DAXUYANIYA HBDH’Ê

Ji aliyê Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî hate dayîn, HBDH’ê di daxuayniya xwe de ev yek anîn ziman:

‘’Tevî hemû astengiyên desthilatdaran jî serhildana li dijî zilm û neheqiyan di hemû kêliyên dîrokê de pêk hatiye û wê ev yek berdewam jî bike.  Di hemû kêliyên dîrokê de şoreşên ku dîrok û têkoşîna bindestan pêş xistine, pêk hatine.’’

‘ŞOREŞA ROJAVA JI BO ROJHILATA NAVÎN GELEKÎ GIRÎNG E’

Naveroka daxuyaniya HBDH’ê bi vî rengî ye:

‘’Şoreşa Rojava ku îro ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e, serhildana li dijî zext û zilmê ya gelên Bakurê Sûriyeyê û gelê Kurd ên ji bo azadiya xwe têdikoşin, avakirina jinaneke azad û wekhev û nîşandana îradeya pêkveşerkirinê ye. Di 12’emîn salvegera wê de em vê şoreşa pîroz silav dikin û dixwazin diyar bikin ku wê Şoreşa Rojava ji hemû şoreşên cîhanê re rênîşanderiyê bike.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji ji destpêka Şoreşa Rojava heya roja me ya îroyîn ji bo şoreş were têkbirin tim polîtikayên xwe yên dagirkerî, êrîşkarî û dijminatiyê domandiye. Hebûna Şoreşa Rojava û eleqeya ku wê li gel gelên li herêmê pêk bîne, bûye mezintirîn tirsa desthilatdariya Erdogan. Desthilatdariya Erdogan lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd û gelên li herêmê ji bo xwe weke gefekê dibîne. Girêdayî van yekan têkbirin û lawazkirina Şoreşa Rojava hemû caran bûye armanca sereke ya desthilatdariya faşîst.

‘SUCÊN ŞER DIKIN, EM Ê VÊ DESTHILATDARIYÊ HILWEŞÎNIN’

33 ciwanên ku ji bo piştgiriya Kobanê çûbûn Pirsûsê ji aliyê faşîzma AKP-DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin. Qirkirina Pirsûsê êrîşeke li dijî têkoşîna hevpar ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Her wiha qetilkirina ciwanên enternasyonal weke destpêkirina êrîşên li dijî Bakurê Kurdistan, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê tê pejirandin.

Sekna 33 ciwanên ku hatin qetilkirin di têkoşîna me ya Şoreşa Yekbûyî de rêya me ronî dike û girêdayî armanc û îdealên wan têkoşîna xwe mezintir dikin û em ê hê mezintir bikin!

Faşîzma AKP-MHP’ê îro bi bikaranîna hemû derfetên dewletê  li dijî Tevgera Azadiyê a Kurdan şerekî topyekûn ê tunekirinê  bi rê ve dibe. Tevî hemû êrîşên xwe jî  desthilatdariya faşîst negihaye armanca xwe ya tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û tevgera şoreşa yekbûyî. Nekariye li pêşiya pêşketin û bihêzbûna Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî bibe asteng.

Faşîzma AKP-MHP’ê di demên dawî de polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine. Di vê mijarê de jî malbata Barzanî û PDK’ê ji bo ku faşîzma dagirker bigihîje armancên xwe yên qirêj hemû derfetên xwe seferber kirine.  Faşîzma ku li hemberî têkoşîna gerîlayên azadiyê lawaz bûye, her cure sûcên şerî dike û hewl dide ku îradeya gerîlayên azadiyê têk bişkîne. Her wiha desthilatdariya faşîst sivîlan hedef digire û bi bikaranîna çekên kîmyewî mezintirîn  sûcên şerî dike.

Em weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî li çiyayan li gel gerîlayên xwe, li bajaran li gel mîlîsên xwe û li zindana li gel hevrêyên xwe em ê li dijî faşîzmê şer bikin û xeyala 33 ciwana pêk bînin û heya dawiyê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin!

Ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê em ê hemû derfetên xweseferber bikin. Roj roja birêxistinbûna li dijî faşîzmê û kombûna li dora ala Şoreşa Yekbûyî ye.’’