HBDH: Em ê ala hevrê Ulaş bi serketinê tacîdar bikin

HBDH’ê Ulaş Adali (Gokhan Taşyakan) di salvegera şehadeta wî de bibîr anî û got, “Heta têkoşîna yekbûyî ya gelan misoger dibe em ê ala hevrê Ulaş li ba bikin.”

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya 7’emîn salvegera şehadeta yek ji endamê damezrînerên HBDH’ê û endama Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger Ulaş Adali (Gokhan Taşyakan) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HBDH’ê şoreşgerê nemir bi rêzdarî bibîr anî û wiha got, “Hevrê Ulaş ku di temenê xwe yê ciwan de tevlî nav têkoşînê bûyî, bêyî rawestandin têkoşiyaye. Ji çalakiyên lîseyê heta çalakiyên zanîngehê, ji berxwedana Gezî heta çalakiya karkeran, ji berxwedana Kobanê heta çiyayên azad jiyanek a  berxwedanê ava kir. Hevrê Ulaş, ji ciwantiya xwe ve ji bo maf têkoşîn meşandiye.

Hevrê Ulaş Adali di têkoşînê de sînor nas nedikir. Weke şoreşgerekî ciwan, yek ji kesên destpêkê bû ku tevlî berxwedana Kobenê bû. Bersiv da dewleta faşîst a li bendê bû ku Kobenê bikeve. Hevrê Ulaş ji bo li dijî faşîzmê eniyeke xurt a şoreşger ava bike, ji bo tifaqa şoreşger a gelê Kurd û çîna karker a Tirkiyeyê ava bike, di avakirina HBDH'ê de bi awayekî aktîf cih girt û ji bo Şoreşa Yekbûyî ked daye.

Têkoşîna şoreşgerên nemir ji bo xwe mînak girt û ala hevrêyên xwe li ba kir. Îro em jî ala ku hevrê Ulaş dewrî me kiriye, didomînin. Ev al wê heta ku têkoşîna yekbûyî ya gelan bi ser bikeve, li ba be.

Li ser vê esasê em hevrêyê xwe yê şoreşger û enternasyonal Ulaş Adali yê ji Bûrsayê di salvegera 7’emîn a şehdeta wî de bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê alaya têkoşîna yekbûyî ya ku wî dewrî me kiriye bigihînin serketinê. Em soza xwe ya ji bo hemû şehîdên şoreşê nû dikin, 'serketin wê teqez ya me be'."