HBDH’ê li dijî şîrketeke nêzî mêtingeran çalakî li dar xist

Milîsên HBDH’ê diyar kirin ku wan li dijî şîrketeke veguhêziyê ya nêzî mêtingeran çalakî li dar xistine.

Milîsên HBDH’ê daxuyanî dan û diyar kirin ku wan di 27’ê Adarê de  li garajeke TIR’an dane.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin.

“Artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiribûn herî dawîn jî genimên gelê Girê Spî desteser kiribû. Dewleta Tirk ji bo ku vî genimî bîne Tirkiyeyê îhale dabû destpêkirin.

Şîrketa veguhêziyê ya bi navê OZ-DUY ev îhale wergirt. Hêzên me li dijî garaja vê şîrketê di 27’ê Adara 2020’an de bi bombeyên dengan girtine ser garajê bi çekan li garajê dane.

Şîrketa OZ-DUY ji bo ku milyonek û 300 hezar lîrayî ji vê îhaleyê bistîne, wê dest bi karê veguhêziyê bikira. Şîrketê wê genim ji Girê Spî bianiya Rihayê. Ev ne bazirganî ye, ev mêtina herêmê û xwîna gelê Kurd, Tirkmen û Ereb e.

Milîsên HBDH’ê wê li dijî van çeteyên talanker ku xwîna gel dimijin, her dem têbikoşe û wê textê van çete û dizan wergerîne.”