HBDH: 2 Tîrmehê li Sêwasê mirovahî şewitî!

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî (HBDH), di derbarê komkujiya Sêwasê de ku 2'ê Tîrmeha 1993’an pêk hatibû, daxuyaniyek weşand. 

Daxuyaniya Konseya Rêbeber a HBDH'ê wiha ye:

"Di dîrokê de hinek bûyerên dilsoj hene ku mirov bi boneya salvegera wan li wan binêre û bi bîr bîne nîn in, tenê bi bajarê lê pêk hatî ve nayên bibîranîn. Komkujiyên Dersîm, Gurgum, Sêwasê rojên ku êşên me li ser dîrokê bûne mal in. Roja 2’ê Tîrmeha 1993’an, 33 ronakbîr û hûnermendên ji bo tevlî şahiya Pîr Sûltan Abdal bibin çûbûn bajêr, li pêşberî her kesî bi saxî hatin şewitandin. Wê rojê ne tenê ev can şewitîn, helbest, stran û dil jî hatin şewitandin. Xwestin hêviyan di bin şewatê de bihilên û bikin xwelî. Yên hatî şewitandin ne tenê ronakbîr, nivîskar û helbestvan bûn; ronahî û mirovahî jî hat şewitandin. 

Roja 2’ê Tîrmehê, roja ku xwestin tarî ronahiyê daqurtîne ye. Wê rojê xwestin ramanê azadiyê, xeyalên ronî ji hêla faşîstan ve bê şewitandin. Ê hatî dorpêçkirin ronakbîr û hunermend nîn bûn; pêşeroja azad bû. Yê hatî şewitandin û hilweşandin, bedenên xizan û kedkar bûn. 

Tirsa T.C.’yê ji dîrokê heta niha li hemberî ronakbîr, hunermend, şoreşger, Kurd û Elewiyan neqediyaye. Van kesan bi şewitandin, hilweşandin û talankirinê xwestin tirsa xwe biqedînin. Lê gelê me, ji xweliyê hêvî, ji bin mirinê jî jiyan mezin kir û nîşanî her kesî da. Ji serpêhatî û dîroka xwe van fêr bû. Dîrok hem bîra civakî ye, hem jî mamosteyekî fêrker e. Dîrok ew e ku mirov bizane jiyanê biafirîne, têkoşîn bike.

Ev komkujiya ku bi fermana  serokkomar Suleyman Demîrel, serokwezîr Tansû Çîller û hevparê koalîsyonê SHP’ê pêk hatî, ne destpêk e ne jî dawî ye.

Tu berpirsyar û kiryarê komkujiyên ku di dîroka dewleta T.C’yê de pêk hatî  derneketine holê, nehatine darizandin. Çend gotinên derew ên ku di dema kelekela bûyer pêk hatî de hatî bilêvkirin, ji bilî veşartina rûyê dewletê yê qirêj, tu rol neleyîstine.

Yên ku duh Ermenî û Rûm, Êzîdî û Suryanî bi saxî şewitandî, îro Kurdan-Jinan-Elewî û zarokan dişewitînin. Yên ku di dîrokê de  bi xwîn û şewatê tên bibîranîn, bi komkujî û qirkirinê tên nasîn, bi tu awayî nikarin ji dadweriya gel û daraza dîrokê xwe xilas bikin. 

Hişmendiya ku di paşerojê de komkujiya Madimakê pêk anî, îro jî didome. Faşîzma AKP-MHP’ê zext, komkujî û êrîşên li ser şoreşger-demokratan didomin. Polîtîkaya tunekirina mixalifan a Dewleta T.C’ê  îro, hê kûrtir û mezintir didome. Divê gelê me vê xisleta dewleta tirk a faşîst bê zanîn û li gorî wê hîn bêtir rêxistina xwe xurt bike û tevkariya xwe mezintir bike.

Sekna gelê me yê Elewî ya berxwedêr, aligiriya bindestan, demokratîk û komunal, di têkoşîna me ya hevpar de, hîn zêdetir binbariya bilindkirina berxwedana li hemberî faşîzmê li me bar dike. 

Komkujî û provakasyonên ku heta niha bi hemû leza xwe ve didomin, ancax bi şiyarbûneke xurt û hêzeke rêxistinkîrî bên valaderanîn. 

Tekane riya lanetkirin û şermezarkirina komkujiya 2’ê Tîrmehê, bi rêxistingeriya hevpar a gelan û têkoşîna li hemberî faşîzm û her cure paşverûtiyê re derbas dibe. Ya ku vê bike jî têkoşîna hevpar a azadiya gelan e. Di serî de gelê me yê Elewî, em bang li her kesê li dijî faşîzmê, li hemberî dewleta T.C.’ê bibin yek, berxwedanê bilind bikin û rêxistina xwe xurt bikin."