Hatîmogûllari: Guh nedin nûçeyên bêbingeh

Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, nûçeyên di medya civakî de yên li ser vîrûsa koronayê yên têkildarî Hatayê nerast in.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari li ser nûçeyên bêbingeh ên têkildarî Hatayê yên li ser vîrûsa koronayê daxuyaniyek da.

Hatîmogûllari bal kişand ser îdîayên ku dibêjin, "Li navçeyên Defne, Samandag û Arsûz ên Hatayê, ji bo kêmkirina nifûsa Elewiyan rêxistinên veşartî bi destûra dewletê kesên bi vîrûsê ketine li navçeyên Hatayê belav dikin. Parlamenterên me ji bo axaftina li ser vê nûçeya veşartî bang li meclîsê kir ku bi rengekî lezgîn kom bibe. Vîrûs bi gelek welatiyên me yên Elewî ketiye, kêm maye ku nexweşxane tijî bibin." Hatîmogûllari destnîşan kir ku ev îdîa nerast in.

Hatîmogûllari got, "Bila Elewî û gelên me hemû zanibin; li dijî her şêwe êrişên li hemberî gelan em ê bi aqil û hestên hevpar têbikoşin. Guh nedin van nêzîkatiyên provokatîf ên li ser medya civakî."