Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Hatîmogûllari: Dadgerî bûye pêlîstoka desthilatdariyê

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, dadgeriya li Tirkiyeyê êdî bûye pêlîstoka desthilatdariyê.

Parlamenteran HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari der barê biryara ji nû ve girtina Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag axivî.

Hatîmogûllari diyar kir ku li Tirkiyeyê dadgeriyeke serbixwe nîne û dadgerî li gorî gotinên şexsekî û nûnerên wî tevdigere. Hatîmogûllari anî ziman ku di dozekê de ku Demîrtaş beraat kir û dadgehên bilind jî biryara beraatê pejirand, nûmaraya dosyayê hate guhertin û ji nû ve darizandin hate kirin. Der barê roja dozê de jî Hatîmogûllari got, "Agahî hat û bi lez û bez em tevî hevalên xwe yên wekîl çûn edliyeyê. Li ediyeyê gotin ku wê yekser derbasî SEGBÎS'ê bikin, lê bi saetan em li korîdorê rawestiyan.

Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me diaxivim: li wê deverê 4 saetan hewl dan dadger îqna bikin. Ji ber ku dadgerê ku ev biryar wergirt, ji ber ku zane wê sibe yan jî demeke din bi çi rengê bê darizandin. Ji ber vê yekê em 3-4 saetan li korîdorên edliyeyê rawestiyan. Piştre dadger hat û rewşeke sosret a hiqûqê rû da."

Hatîmogûllari diyar kir ku bi her şêweyî zext li partiya wan tê kirin û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi bîr xist. Hatîmogûllari destnîşan kir ku li Tirkiyeyê desthilatdarî bi dadgeriyê dilîze, dadgerî bûye pêlîstoka desthilatdariyê. Hatîmogûllari got, "Hewl didin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û dadgehên Ewropayê bixapînin. Lê belê ew bi xwe jî zane ku kes bi wan naxape." Hatîmogûllari anî ziman ku bawerî bi dadgeriya li Tirkiyeyê nabe û êdî haya her kesî ji vê yekê heye.