Parlamenterê Şirnexê yê BDP'ê Hasip Kaplan ji bo serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ziyaret bike îro hate peytextê Almanya Berlînê. Lê belê ji ber ku Talabanî hê di bin kontrola bijîşkan de ye, Kaplan nekarî yekser wî ziyaret bike.
Parlamenterê BDP'ê li ser vê yekê ji malbata Talabanî û reyedarên YNK'ê re peyama şifa xwestinê da. Herwiha Kaplan derbarê serdana xwe vê daxuyaniyê da:
"Jixwe berî ez werim jî min dizanîbû ku em nikarin yekser birêz Talabanî bibînin. Lê belê me dîsa xwest peyamên xwe li vir bidin. Ez hêvî dikim ku Talabanî zû baş bibe û vegere ser kar û xebatên xwe. Dûayên me bi wî re ne."
Di vê navberê de hevserokê Kongeraya Civaka Demokratik (KCD)'ê Ahmet Turk ji ber rewşa xwe tendûristî nekarî were Almanya û Talabanî ziyaret bike.
Talabanî ev çen roj in li nexweşxaneya Alman a navdar Charité'yê tê darman kirin. Hin çavkaniyên YNKê li ser rewşa wî doh vê agahiyê dabûn: "Bi aweyekî berbiçav di rewşa wî de çakbûnek heye. Herwiha êdî hindik be jî dikare dest û devê xwe bixebitîne."