Haşîm Kûtlû jiyana xwe ji dest da
Haşim Kûtlû yê lêkolînvan, nivîskar, helbestvan û şêwekar duh di saetên sibehê de ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest da.
Haşim Kûtlû yê lêkolînvan, nivîskar, helbestvan û şêwekar duh di saetên sibehê de ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest da.
Haşim Kûtlû yê lêkolînvan, nivîskar, helbestvan û şêwekar duh di saetên sibehê de ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest da.
Têkîdarî cenazeyê Kûtlû, dozger diyar kir ku ji ber qirîza dil derbas kiriye, Dozgeriya Lûdwîgsbûrgê dest daniye ser cenaze. Dozger rê nedida ku xizm û dostên wî cenaze bibîne, di van kêliyan de destûr da.
Hate diyarkirin ku malbat difikire cenazeyê Kûtlû li Elmanyayê defin bike, lê di heman demê de wê fikên xizmên xwe jî bigirin û sibehê rewşê zelal bikin.
HAŞIM KÛTLÛ KÎ YE?
Haşim Kûtlû di 10.03.1943’an li gundê Agcaşar a navçeya Avşîn a Gurgumê ji dayik bûye, lê li Hacîbektaş mezin bûye. Dibistana seretayî û navîn li wir qedandiye. Dayika xwe Kûmrû di temenê biçûk de winda kiriye. Bavê xwe Kûrban ê weke xeleka dawî ya sirgûnkirina Derwîşan tê binavkirin, di sala 1962’an de winda dike. Dibistana Amedeyî jî li Enqereyê dixwîne.
Di tevgera ciwananên şoreşger a 68’an de jî cih digire. Di Mijdara 1974’an de ji ber çalakiyên rêxistina wî ya wê demê THKO’yê tê girtin û piştî 12’ê Adarê di Desteya yekem a dadgeha DGM’ê ya li Edeneyê de tê darizandin û cezayê heta hetayî didinê.
Piştî 1990’î, ji Girtîgeha Tîpa Taybet a Dîlokê tê berdan.
Di dema girtîgehê de, têkildarî rewşa girtigehên giştî yên Tirkiyeyê, destpêkê jî yên taybet û qanûnên înfazê pirtûk nivîsand. Yek ji mijara vê xebatê biroşura bi navê “Girtigehên 12’ê Îlonê” weke pirtûk diweşîne. Xebatên girêdayî Elewiyan jî pirtûkên mîna; “Elewî û hem jî Kizilbaş”, “Bi tayabetmendiyên xwe yên bingehîn Elewiyên Kizilbaş”, “Jina Kizilbaş” û “ Di Elewîtiya Kizilbaş de Meydana Yol Erkan” weşandiye. Di heman demê de têkildarî rewşên siyasî û Elewîtiyê di kovaran de gotar nivîsandine.