Hamza Guler li Parîsê hate bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Hamza Guler (Savaş Ûrfa) ku 1'ê Mijdarê li Dersimê şehîd bû, li paytexta Fransa Parîsê hate bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Fransayê ve hate lidarxistin û xizm û hevrêyên şehîd û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Merasîma bîranînê, di şexsê Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed û Savaş ûrfa de ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan li vir axivî û got, "Şehîdên me ji bo jiyaneke bi rûmet û azadiyê, jiyana xwe di vê têkoşîna bi rûmet de feda kirin. Em ê jî timî dilsozê bîranîn û têkoşîna wan bin, têkoşînê geş bikin û bîranîna wan bi Rêbertiya azad û Kurdistana azad tacîdar bikin."

Apê şehîd Hamza Guler Şevket Guler jî mafê axaftinê girt û got, "Şehîdên me ji bo me rûmet e. Bila serê Rêber Apo û tevahiya Kurdistanê sax be."

Siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî got, "Di şexsê şehîd Savaş Guler û Delal Amed de li pêşberî bîranîna 40 hezar şehîdên me bejna xwe bi rêzdarî ditewînim.

Rêber Apo ji bo şehîdan wiha digot, 'Bi gotinan mirov nikarin qala şehîdan bikin'. Weke hevrêyên şehîdên xwe, bi dilsoziya têkoşîna wan re em dikarin wan pênase bikin."

Xebat Ocalan di dewama axaftina xwe de got, "Ya ku hêz dide gelekî û li ser piyan digire, manewiyata wî gelî ye. Şehîdên me ji bo me manewiyata herî mezin e. Soza herî mezin a ji şehîdên me re bê dayin, bicihanîna xewn û xeyalên wan ên azadiyê ye."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.