Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Hammargren: Li welatê 'model' Tirkiye rojnamevan tên girtin

Hammargren: Li welatê 'model' Tirkiye rojnamevan tên girtin

Rojnamevana Swêdî Bitte Hammargren diyar kir ku Tirkiyeya ku ji bo welatên Ereb weke welatê mînak tê destnîşankirin, lê di warê azadiya çapemeniyê de welatê herî metirsî dar e.

Rojnamevana Swêdî Bitte Hammargren meha borî beşdarî konferansa Azadiya Çapemeniyê ya TESEV’ê li Stenbolê li dar xist bibû û çavdêriyên xwe yên derbarê azadiya ramanê ya li Tirkiyeyê de ji rojnameya mezin a Swêdê Svenska Dagsbladtê de weşand û sernava “Welatê model Tirkiye rojnamevanan heps dike.”

Di nivîsê de hat gotin: “Tirkiye weke welatê model ê welatên Ereb tê nîşandan. Lê di warê binpêkirina azadiya çapemeniyê de, sucdarkirinên bê bingeh ên li hemberî rojnamevan, otosansur û diyarnekirina kuştinan de welatê herî metirsîdar e.”

Di nivîsa xwe de cih dide hevpeyvînên bi ji IMC TV Defne Asal, ji Azadiya Welat Vedat Kurşun û ji Yenî Şafakê Hîlal Kaplan.

Asal bi bîr dixe ku li Tirkiyeyê 96 rojnamevan di girtîgehan de ne û Kurşun jî diyar dike ku hukûmeta AKP’ê di warê gelek binpêkirinên mafan de pêşengiyê dike û bal kişand ser girtinên bi komî yên ji aliyê AKP’ê ve tên meşandin.

Di nivîsê de Hammargren cih dide nêrînên du rojnamevanên ku nexwest navên wan aşkere bike û diyar dike ku her çendî hevdîtinên di navbera dewlet û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê de, li Îmralî û Osloyê pêk hatin, lê heta niha ew nikarin weke rojnamevan daxuyanî ji PKK’ê bigirin. Rojnamevan destnîşan dikin ku ger ew tiştek wisa bikin jî li rastî cezayên giran tên.

Nivîskara Yenî Şafakê Hîlal Kaplan jî vê daxuyaniyê piştrast dike. Hammergren destnîşan dike ku Tirkiye bûye blok, lê ev yek ne du blok, gelek blok in û wiha dinivîsne: “Ne tenê Kemalîstên berê desthilatiya AKP’ê ya alîgirê Îslamê û çîna navîn a Anatloyayê ne. Bloka sêyemîn jî Kurd in. Rojnamevanî li vir weke reş û spî tê nirxandin. Kesên pirsgirêka kurd dinirxînin weke alîgirên PKK’ê tên destnîşankirin û weke alîgirên PKK’ê tên deqkirin. Kesên serokwezîr rexne dikin weke dijminên hukûmetê tên deqkkirin. Gelek kesên ku di hilbijartinên 2011 de dengê xwe dabûn AKP’ê dibêjin ku helwesta AKP’ê ya li hemberî rojnamevan tund bûye.”