Halîm Dener li cihê lê hatî qetilkirin hate bibîranîn
Halîm Dener ê 30’ê Hezîrana 1994’an dema afîşên ERNK’ê didaleqand ku ji aliyê polîsên Elman ve hate qetilkirin, li Platz a Halîm Dener a navçeya Lînder a Hannoverê bi meşekê hate bibîranîn.
Halîm Dener ê 30’ê Hezîrana 1994’an dema afîşên ERNK’ê didaleqand ku ji aliyê polîsên Elman ve hate qetilkirin, li Platz a Halîm Dener a navçeya Lînder a Hannoverê bi meşekê hate bibîranîn.
Halîme Dener ê 30’ê Hezîrana 1994’an ji aliyê polîsên Elman ve hate qetilkirin, bi meşekê hate bibîranîn.
Bi sedan kesên li Platz Halîm Dener a li Lînden-Lîmmer a Hannoverê hatin ba hev, çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.
Meşa ku piranî ciwanên antîfaşîst tevlî bûn, ji Platz Halîm Dener a cihê lê hatî qetilkirin heta Platz Steîntorê ketin rê.
Di meşa têde dirûşmên “Halîm Dener qetlîameke, her der berxwedan” û “ANTÎFA û PKK mil bi mil” hate qîrkirin de û bi dowîzên bi nivîsên “Halîm Dener polîsan qetil kir” rakirin.
Meşa ku NCKD a Hannover, ATÎF Hannover, Rote Hîlfe, Dîe Lînke, Ciwanên Azad, YXK, FAÛ, Komînên Jinan ên Kurdistan û meclîs û gelek organîzasyon piştgirî kir, li Platz Steîntorê bi axaftinên kurt, guhdarkirina muzîk û li heman dîwarî afîşa ERNK’ê hate daliqandin û çalakî bi dirûşman hate bidawîkirin.