Halîde Turkoglû: Tecrîd li her qada jiyanê belav bûye

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû got, tecrîda li Îmraliyê li her qada jiyanê belav bûye û destnîşan kir ku bi siyaseta rêya sêyemîn tecrîd dikare bê şikandin.

SÎSTEMA TECRÎDÊ YA LI ÎMRALIYÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, di nava şert û mercên giran de tecrîdkirî ye û 38 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Parlamentera Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên rejîma AKP-MHP'ê nirxand.

Halîde Turkoglû anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li hemû qadên jiyanê belav bûye û got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nîşaneya vê sîstemê ya li welêt e, polîtîkayên qirêj ên ku bi kodên netewe-dewletê dimeşîne bi rejîma tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê şênber kiriye."

Halîde Turkoglû ragihand ku rejîma faşîst li gorî karaktera xwe bi polîtîkayên nijadperest û neteweperest bi salan li vî welatî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd krîmînalîze kiriye, hewl da ku êrîşên xwe rewa bike û got, "Bi tinehesibandina nasname, çand û zimanê gelê Kurd siyaseta înkar û îmhayê ji xwe re kir esas. Polîtîkayên şerê qirêj ê ku bi armancên emperyal 22 sal in dimeşîne, welat xist nava krîzên piralî û desthilatdarî jî her roj hîn bêhtir lawaz bû. Di bin navê 'mayindebûna milet û dewletê' de mayindebûna xwe, sermayedar û çeteyan parast. Rejîma ku ev polîtîkayên wê îflas kir, kete nava lêgerîna li hêzeke nû û hîn bêhtir giranî da ser zext û otorîtebûyînê. Hedefa rejîma zordar careke din bû gelê Kurd, jin, ciwan, karker, kedkar û gelên bindest. Fikrê ku her mirovên alîgirê demokrasî, wekhevî û azadiyê li ser digihêjin hev jî, bû hedefa esasî. Tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, nabe ku ji van hemûyan cuda bê nirxandin."

FIKRÊN ABDULLAH OCALAN JI ALIYÊ HER BEŞEKE CIVAKÊ VE HATIYE QEBÛLKIRIN

Halîde Turkoglû diyar kir ku aqlê dewleta Tirk ku dixwaze li pêşiya belavbûna perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li cîhanê bibe asteng, bi kûrkirina tecrîdê dixwaze li pêşiya çareseriyê bibe asteng û got, "Ji ber ku fikrê jiyana azad û wekhev ê gelan ê li dora paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Birêz Ocalan li vê xakê bi cih tê, tecrîd hate girankirin. Çareseriya li dijî hêzên ku di pirsgirêka Kurd de neçareseriyê ferz dikin, afirandina Rêya 3'yemîn e û ev fikir li nava gel hatiye qebûkirin. Li dijî mejiyê ku jinê tine dihesibîne û talan dike, li nava jinên berxwedêr hatiye qebûlkirin. Di nava wan ciwanan de hatiye qebûlkirin ku dibêjin em roja xwe ya îro û paşeroja xwe ji rejîma faşîst re nahêlin. Di nava çîna karker a berxwedêr de hatiye qebûlkirin ku li dijî xizanî, bêkarî û mêtingeriyê li ber xwe didin. Li dijî şerê parvekirinê û hêzê yê desthilatdarên serweriya mêr ên kapîtalîst ên li ser gelên Rojhilata Navîn, hêviya jiyana bi hev re ya bi cihêrengiyan a gelên Rojhilata navîn şîn kir û bû tirsa rejîma faşîst. Pejirandina vî fikrî tê wateya hilweşandina polîtîkayên zayendîperest, neteweperest, nijadperest ên desthilatdariya faşîst. Divê hîn bi şênberî bê vegotin bê tişta tê xwestin li Îmraliyê bê tecrîdkirin çi ye."

AQLÊ DEWLETÊ NEÇAR E KU WINDA BIKE

Halîde Turkoglû ragihand ku tecrîda li ser gelê Kurd her roj hîn giran dibe û got, "Ji bo rewakirina polîtîkayên ku neçareseriyê li pirsgirêka Kurd ferz dikin, tecrîd tê girankirin. Ji bo fikrê Birêz Ocalan li nava gelan, jinan, ciwanan, karker, kedkar û bindestan hîn bêhtir belav nebe, israr di tecrîdê de tê kirin. Rakirina tecrîdê tê wê wateyê ku fikrê demokrasî, hiqûq, wekhevî û azadiyê hîn bêhtir bigihêje gelan. Tê wateya rû bi rû bûna li sûcên li dijî mirovahiyê, eşkerekirina rastiyan li ser vê xakê ye. Aqlê dewletê ku li ser rêya bêhiqûqî û faşîzmê dimeşe, bi israra di tecrîdê de careke din wê mehkûmî têkçûnê bibe. Mîna ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de têk çûn."

SIYASETA RÊYA 3'YEMÎN

Halîde Turkoglû işaret bi berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehan kir ku demeke dirêj e dewam dike û got, "Di vê çarçoveyê de heta ku daxwazên ji girtîgehan bilind dibin civakî nebe, zexteke civakî neyê kirin, mirov nikare hêvî bike ku rejîma faşîst gavê paşve biavêje. Em dibînin ku li şûna bicihanîna van daxwazan bi kûrkirina di tecrîdê polîtîkaya tepisandina têkoşîna azadiyê de israr dike. Rejîma faşîst ku nikare xwe li têkçûna di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê rabigire konsepteke nû ya şer xistiye meriyetê. Bi polîtîkayên ku neçareseriyê li ser pirsgirêka Kurd ferz dike, li ser Rojava û Başûr operasyonan dike ku ev yek bêguman nabe ku ji vê rewşê cuda bê nirxandin. Konsepta şer li ser înkar û îmhakirina Kurdan hatiye amadekirin. Wê tecrîda li ser fikrê ku vê siyaseta şer têk bibe, israr bike. Li dijî vê bêhiqûqiyê divê rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, karker, kedkar, jin, ciwan û hemû bindest li dijî tecrîdê tevna têkoşînê bi rengê herî xurt ava bikin. Bi kombûna di siyaseta rêya 3'yemîn de, bi avakirina yekîtiya herî xurt a dijberiya şer tecrîd dikare bê şikandin."