HAKDER: Em destekê didin biryara Elewiyan a destekkirina HDP'ê

Di daxuyaniya HAKDER'ê de hat gotin, "HAKDER endamê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê ye û destekê dide biryara Meclîsa Nûneran a Konfederasyonê ya ji bo destekkirina HDP'ê."

HAKDER'ê der barê nûçeya Oda TV ya digot, "Ji HAF'ê Tûrgût Oker nerazî ye" daxuyaniyek da û got, "Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Hollandayê (HAKDER) endamê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê ye û destekê dide biryara Meclîsa Nûneran a Konfederasyonê ya ji bo destekkirina HDP'ê."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev nûçeya Oda TV û axaftina kesekî ji aliyê HAKDER'ê ve ji endametiya desteya rêveber a komeleyê hatiye avêtin a li mîtînga CHP'ê ya li Dusseldorfê rasthatî nînin û bi hev ve girêdayî ne.

HAKDER'ê da zanîn ku Oda TV di nûçeya xwe de taktîka 'navên dişibin hev' bikar aniye û û hewl dide biryara civata Elewiyan a destekkirina HDP'ê têk bibe.

HAKDER'ê da zanîn ku desteka Elewiyên li Ewropayê ya ji bo HDP'ê pêl bi pêl mezintir dibe û got, "Aşkera ye ku hêzên siyasî yên serdest, ji hêza siyasî ya rêxistinbûyî ya Elewiyan ditirsin. Bi hişmendiya hêza siyasî tevlîbûna Elewiyan li van hilbijartinan û destekkirina biryarên stratejîk ji aliyê civata Elewiyan ve, serketineke dîrokî ye. Cihê serbilindiyê ye ku rêxistinbûyîna Elewiyan a 25 salan êdî ne civateke tê birêvebirin, civateke birêve dibe ye. Bê guman hêzên ji vê aciz in wê li dijî vê rewşê çi ji dest bê bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke HAKDER û AABK fêm kirine ku yekane rêya rizgariya ji belayê AKP'ê, di hilbijartinan de destekkirina HDP'ê ye û hat gotin, "Me di vê hilbijartinê de biryareke stratejîk wergirt û biryar dan ku destekê bidin HDP'ê."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo CHP careke din ji Elewiyan karibe dengan bixwaze divê dest ji van lîstikan berde, refên xwe û aliyê xwe yê siyasî diyare bike û hat gotin, "Hem nûçeya Oda TV hem jî daxuyaniyên li ser navê Federasyona Elewiyan li Hollandayê di mîtînga CHP'ê de hatin kirin, daxuyaniyên kesên di xeta Weqfa Cem û HAF'ê hatine kirin e. HAF û HAKDER saziyên ji hev cuda ne. Ti eleqe û girêdana bi hev nîne." Hat ragihandin ku HAKDER endamê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewropayê ye û destekê dide biryara Meclîsa Nûneran a Konfederasyonê ya ji bo destekkirina HDP'ê.