Hacî Nasir dibe neçe rendewuyê!
Hacî Nasir dibe neçe rendewuyê!
Hacî Nasir dibe neçe rendewuyê!
Saziya tipa Edlî, ji bo girtiyê bi Haci Nasir ku bi giranî nexweşe û li beşa lezgîn girêdayî makîneyê dijî, ji bo meha Tîrmehê randewû da. Nasir her wiha rastî 26 sal ceza û 300 hezar lîra cezayê pere hat.
Nexweşê pençeşêrê yê girtî Haci Nasir, girêdayê makîneyê li beşa lezgîn tê girtin. Dadgeha ku lê tê darizandin, ji ber sedema nexweşiya wî ji bo tahliye kirina wî ji tipa Edlî rapor xwest. Saziya tipa Edlî jî ji parêzerê wî re got; Di meha tîrmehê de bînin. Lê dibe ku Haci Nasir neçe randewûya meha tîrmehê. Ji ber ku hema dibe ku jiyana xwe ji dest bide. Mafê ji bo ku malbata wî pê re xatir jî bixwaze nadinê û her wiha 26 sal ceza û 300 hezar lîra cezayê pere danê.
Nexşweşê giran Nasir 47 saliye û du zarokên wî hene. Ji 12’ê sibata 2012’an heta niha girtî tê darizandin û berê jî li girtîgehên Wan û Gumuşxaneyê girtî mabû. Piştî tenduristiya wî xera bû birin girtîgeha Metrîsê. Piştre di 9’ê sibatê de rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Hasekê.
BI ROJANE DI BEŞA LÊNERÎNA LEZGÎN DE YE
Birayê Nasir, Îsmaîl Nasir, da zanîn ku birayê wî girêdayê makîneyekê dijî û got hişê wî ne li cihe. Nasir wiha got: “Dema birayê min ket girtîgehê, ji xwe nexweş bû. lê rewşa wî li derve baş bû. piştî hat girtin, giran bû. doktorê girtîgehê tenê dermanên êş birê danê. Ji ber ku lênenihêrtin wiha bû.
Li Nexweşxaneyên leşker li ser serê wî sekinandîne. Em dema bixwazin nekarin bibînin. Her tim em ji dozgeriya Edliya Bakirkoy destûrê digirin. ew jî tenê 5 deqeyane. Dozger jî hefteya borî ji me re got hun pir tên û destûr neda.”
Îsmaîl Nasir ku ji wezareta dadê û serokomartiyê re daxwazname şand diyar kir ku, birayê wî rojên xwe yên dawî dijî em dixwazin tahliye bibe.
26 SAL CEZA DANÊ
Haci Nasir ji ber sûcê ku bi awayekî rêxistinî eroîn sewqî derveyê welat kiriye 26 sal ceza danê. Her wiha 300 hezar lîra pere ceza danê. Parêzer Serhat Kamîl biryar temyîz kir.
Parêzer der barê rewşa muvekîlê xwe de rapor pêşkêşî dadgehê kir û daxwaza tahliyê kir. lê dadgehê ji Tipa Edlî rapor xwest. Saziya tipa Edlîsê jî got di meha tîrmehê de Nasir bînin pêşberî heyetê.