Leyla Guven a HDP'î ji serokên Parlamenta Ewropa û Komîsyona Ewropayê, Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê û gelek lîderên siyasî yên Ewropayê re nameyek şand. Di nameyê de bal kişand ser zext û zordariyê ku dema dawî zêde bûye.
Guven got, "Desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê ku her otorîter dibe, bi krîmînalîzekirina KCD'ê ku îradeya civaka sivîl e û destwerdana li qada siyasî, xisarê li têkiliyên navbera Tirkiye, Ewropa û welatên herêmê dike." Guven di vê mijarê de nêrînên xwe parve kir.
Name ji Serokê Parlamenta Ewropayê Davîd Sassolî, Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen, Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrel, Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marîja Bûrîc, Serokê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Rîk Daems, Serokên Komên li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, lîderên Komên li Parlamenta Ewropayê, Konseya Ewropayê, Nûnerên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Navbera Parlamentan û nûnerên gelek saziyên Ewropayê re hate şandin.