Guterres: Divê rêz ji serwerî, ax û yekitiyê re were girtin

Guterres ku ji bo tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Serok Şaredarên Bajarên Mezin bibe li paytexta Danîmarka Kopenhagenê di civîna çapemeniyê de axivî û ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikarên xwe anî ziman.

Guterres wiha got; “Dixwazim ji şerê ku em dibin şahidê wê fikarên xwe binîm ziman.”

Guterres got hemû çareseriyên derbarê Sûriyê bi rêzgirtin a li hemberî serwerî, ax û yekitiya wî welatî pêkane û xwest ku ji bo mafê mirov rêz were girtin.

Berdevkê Guterres, Ferhan Haq jî got li Sûriyeyê ti çareseriyekî leşkerî çênabe.

Nûnerê Efrîkaya Başûr Jerry Matthews ku welatê wî endamê demkî yê Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî ye tenê ji Tirkiyeyê xwest ku sivîl zirarê nebînin.