BI DÎMEN

Gurbuz: Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi tecrîdê re girêdayî ye

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ku hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi tecrîdê re girêdayî ye û got, “Heta ku ev şert û mercên tecrîdê ji holê nerabin wê hawirdora şer û kaosê roj bi roj dijwartir bibe.”

Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz der barê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Em hemû dibînin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ku bi kaos û krîza kûr li ser linga dimîne, hewl dide bi jinedîtîhatina daxwazên mafdar, cihê kirin û tunehesibandina gel hin pêvajoyan derbas bike. Ne tenê li Îmraliyê di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de hemû gelên Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ne. Em îro dibînin ku dema mijar dibe mafên mafdar ên gelê Kurd desthilatdariya AKP-MHP’ê rolên dirû dilîze.

ŞERT Û MERCÊN TECRÎDÊ BELAVÎ TEVAHIYA WELAT BÛYE

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz destnîşan kir ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û wiha berdewam kir: “Li şûna ku ji bo avakirina jiyana hevpar bi muxatabê re têkilî deynin, tecrîd bi dawî bibe û êdî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan biaxivin, rûbirûyê pêkanînên dijhiqûqê tên. Mixabin şert û mercên tecrîdê her ku diçe kûrtir dibe. Eger Wezareta Edaletê bibêje girtîgeha Îmraliyê ne girêdayî wan e û şert û mercên wê derê nizanibe wê gelê Kurd çawa zanibe? Dema ku ji aliyê saziyên civaka sivîl ên cîhanê û hemû derdoran ve şert û mercên tecrîdê nayên qebûlkirin, mixabin tecrîda ku li Îmraliyê hat destpêkirin belavî welat bûye.”

‘HEMÛ PIRSGIRÊK BI TECRÎDÊ RE GIRÊDAYÎ YE’

Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ku binpêkirinên tên kirin hemû aliyan neyînî bandor dike û ev tişt gotin: “Divê pêşî bê dîtin ku tecrîd di rewşeke wiha de ye ku heta bandor li rêveçûna li kolanan jî dike. Divê hemû gelên Tirkiyeyê vê bibîne. Îro gel ji çar aliyên cîhanê ji bo rakirina tecrîdê daxwazeke hevpar dikin. Jinedîtîhatina van daxwazan gûrkirina kaosê ye. Kûrkirina kaosê ne di berjewendiya tu kesî de ye. Divê hemû gel û partiyên siyasî şert û mercên tecrîdê di rojevê de bihêlin. Divê şert û mercên ku civak bi hev re bijîn were afirandin. Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi tecrîdê re girêdayî ye. Heta ku ev şert û mercên tecrîdê ji holê nerabin wê hawirdora şer û kaosê roj bi roj dijwartir bibe. Ez bang li hemû gelan dikim; divê em bi hev re vê tecrîdê bişkînin. Divê tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin.”