Gundiyan bi gumanbariya çeteyê DAIŞ'ê ye kesek girtin

Gundiyan bi gumanbariya çeteyê DAIŞ'ê ye kesek girtin

Li Amedê, gundiyan bi gumanbariya çeteyê DAIŞ'ê ye welatiyekî Fransayê zevt kirin û radestî jendermeyan kirin. Li ser vî kesê mijara gotinê, nexşe, krokî, kelepçe, materyalên selefiyan û pasaporta Tirk hat dîtin.

Gundiyên gundikê Selmanî yê gundê Dikenî yê navçeya Amed Çinarê, bi gumanbariya DAIŞ'î ye kesek zevt kirin û radestî jendermeyan kirin. Li ser vî kesî, pasaporteke ji aliyê Konsolosiya Tirk a Strasbourgê ve jê re hatiye dayîn û nasnameyeke Konsolosiya Fransayê ya li Tirkiyeyê jê re daye, hatin dîtin. Nasname û pasaport li ser navê Cîhan Mersîn ê ji Dep a Elezîzê, hatine amadekirin.

'EZ DIÇIM CÎHADÊ!'

Cîhan Mersîn ê li nêzî gund li gundiyan rast hat, ji ber ku gotinên cîhadîst bikar anî û got, 'Ez diçim Cîhadê' bal kişand û gundiyan haya gundiyên din pê hesandin. Gundiyên li cihê bûyerê civiyan, Cîhan Mersîn zevt kirin. Mersîn bersivên lihevnekirî da pirsan û got, ew ji Fransayê hatiye Stenbolê, ji wir hatiye Amedê û ji vir jî dixwaze biçe hecê. Ji ber ku gelek caran li şûna "Mekke" navê "Medîne" bikar anî, gundî bêtir jê bi guman bûn. Nêzîkatiya Mersîn ê digot wê ji Rihayê biçe hecê, di nava gundiyan de rê li ber gumana, "Diçe Sûriyeyê ji bo li dijî Kurdan şer bike" vekir. Lİ ser vê yekê gundiyan Mersîn ji wir birin û agahî dan Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Çinarê.

DAIŞ Û ALA TIRK, KELEPÇE, KROKÎ...

Jendermeyên hatin cihê bûyerê li çente û ser Mersîn geriyan. Li ser Mersîn gelek nivîsên bi zimanê Tirkî û Fransî yên bi naveroka olî, ku li kêlek yan jî jorê wan nota 'nepenî', 'secret' nivîsandî, peyda bûn. Her wiha li ser vî kesî aleke mîna ya DAIŞ'ê û aleke ji paçekî reş ê li aliyekî wê nivîsên Erebî nivîsandî, li aliyê din jî alên biçûk ên Tirkiye, Pakîstan û Azerbaycan hebû, hat dîtin.

Di lêgerîna li ser vî şexsî hat kirin de 2 telefon û kelepçe, krokiyên Mizgefta Sûltan Ahmet a li Stenbolê û cihekî nehat tespîtkirin û kirasê çete li xwe dikin, hat dîtin.

Li dû lêgerînan jendermeyan Mersîn kirin bin çavan û ew birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê. Lêpirsîna Mersîn dewam dike.