Gundên Elewiyên Sêwasê bûn hedef

Piştî ku li Gurgumê li gundên Elewiyan kampa penaberan a tê xwestin bê çêkirin hate hinbûn ku wê li Sêwasê jî kamp bên çêkirin.

Piştî ku li Gurgumê li gundên Elewiyan kampa penaberan a tê xwestin bê çêkirin hate hinbûn ku wê li Sêwasê jî kamp bên çêkirin. Li gundên Elewiyan bicihkirina penaberan hate rojevê û ji aliyê qameqaman ve ji keyayên gundan lîsteya malên vala hate xwestin. 

Li Gurgumê li dijî çêkirina kampa penaberan a li herêma Terranê nerazîbûn didomin, vê carê jî agahiyên ku wê li gundê Elewiyan ên Sêwasê jî penaber bên bicihkirin hat. Li gorî agahiyên ku ji rêxistin û keyayên gundên Elewiyan hatine wergirtin li Dîvrîgî, Îmranli, Dara, Zara, Hafîk û Yildizeliyê ji bo ku li gundan penaber bên bicihkirin amarekarî tê kirin. Ev demeke qaymeqam ji keyayan agahiya "Li gundê we çend malên vala hene" "Havînê û zivistanê çiqas nifus dimîne" tê xwestin. 

EM NIKARIN BI DAÎŞ'IYAN RE LI HEMAN GUNDAN BIJÎN

Têkîldarî mijarê Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan diyar kir ku hikûmet li dijî Elewiyan polîtîkaya helandinê dimeşîne kampa ku tê xwestin li herêma Terranê bê çêkirin mînaka herî baş a vê yekê ye. Kaplan anî ziman ku agahiya ku wê penaberan li gundên Elewiyan bi cih bikin ji çavkaniyên herêmî girtine. Kaplan wiha got: "Ev polîtîkaya koçberkirina Elewiyan e. Em ne li dijî penaberan in, lê em nikarin bi cîhadîstan re li heman gundan bijîn."

BERÊ JÎ AFGAN BI CIH KIRIBÛN

Kaplan bi bîr xist ku di salên 80'an de jî li gundên Elewiyên Tokatê jî Afgan hatibûn bicihkirin û wiha anî ziman: "Îro li wir nifusa Elewî nema. Polîtîkaya dewletê ya li dijî Elewiyan naguhere" kir.