Gundê Qesrok ket destê YPG’ê
Gundê Qesrok ket destê YPG’ê
Gundê Qesrok ket destê YPG’ê
Gundê Qesrok ê girêdayî bajaroka Çelaxa piştî pevçûnên ku ji duh ve di navbera hêzên YPG’ê û koma çekdar Cephet El-Nusra de diqewimin, gund ket destê YPG’ê.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê girtine, li Gundê Qesrok pevçûnên ku duh bi êrîşên El-Nusra destpê kiribûn, di saetên serê vê sibehê de dijwar bûn. Di encama pevçûnan de wesayîtek êrîşkaran hate rûxandin û gelek ji wan hatin kuştin û birîndarkirin. Hate ragihandin ku komên çekdar ji gund hatine derxistin û hêzên YPG’ê lê bi cih bûne.
Li aliyê din pevçûnên li gundên Til Elo û Girhok jî didomin.