Gundê Bênê yê girêdayê Efrînê hat bombebarankirin
Gundê Bênê yê girêdayê Efrînê hat bombebarankirin
Gundê Bênê yê girêdayê Efrînê hat bombebarankirin
Gudnê Bênê yê ji aliyê komên li ser navê OSO tevdigerin hate dagirkirin, nêzî nîv saet berê ji aliyê Rejîma Baas a Sûriyeyê ve bi balafirên şer hat bombebarankirin. Di bomberanê de 6 sivîl birîndar bûn.
Gudnê Bênê yê girêdayê nahiyeya Şêrawa ya Efrînê ku di 25’ê Gulanê de bi êrîşên komên çete re vegueherî qada şer, îro saet di 10.00’an de ji aliyê Balafirên şer yên Baasê ve hate bombebarankirin. Di bombebaranê de 6 kurdên sivîl birîndar bûn.
Piştî gund ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin şûnde, gundiyan jibo komên çete prostesto bikin û wan ji gundê xwe derbixin serî hildan.Piştî serhildana gundiyan komên çete derketin derveyê gund û gule berdan ser gel. Di navbera gundiyan de demek kurt pevçûn pêk hat. Lê pir dem derbas nebû, ji aliyê komên çete ve gundî bi zor êli nava gund hatin komkirin û hat hîn ku wek dîlgirtiyan hatine girtin.
PEVÇÛN DIDOMIN
Li aliyê din duh êvarê piştî çalakiya ku hêzên YPG’ê li dijî qerekola komên çeteyan pêk anîbû şûnde pevçûnên destpêkiribûn hêj didome. Pevçûnên duh di saetên sibê de destpêkiribû 9 endamên komên çeteyan mirin. Di pevçûnê de şervanekî YPG’ê yê bi navê Xebat Wan jiyana xwe ji dest dan û ji bo bê definkirin şandin gundê Cînderes.