Gunay: Qeyûm talankarî û desteserkirin e

Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay beriya rûniştina desteserkirina peywira Selçûk Mizrakli daxuyanî da. Gunay got ku “Qeyûm talankarî û desteserkirin e. Divê saziya darazê nebe amûra vî tiştî.”

Ji bo betalkirina desteserkirina peywira Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê îro li Dadgeha Îdareyê ya 1’emîn a Amedê hate kirin.

Beriya rûniştina dozê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay got ku, “Di vê pêvajoyê de ya ku salek ji ser wê derbas bû, em fêm dikin ku wê heta demekê biryarê nedin. Ji ber ku derdê wan ne îradeya gelê Amedê ye. Derdê wan desteserkirina îradeya gelê Amedê ye û dixwazin rejîma qeyûm a bêheq û bêhiqûq bidomînin.”

Gunay got ku “Îro hemû dinya dizane ku qeyyûm tê çi wateyê. Qeyûm tê wateya bertîl, nelirêtî, talan, hejariyê. Me li cem qeyyûmê Amedê ev tişt dît. Me serşokên ku ji xwe re çêkiribûn dît. Em kirinên qeyyûmên li Wan û Mêrdînê jî dizanin. Teqez divê qeyûm werin vekişandin û şaredarî teslîmî îradeya gel were kirin. Li vê derê talan û desteserkirin heye, dek û dolab heye, nelirêtî heye. Em vî tiştî qebûl nakin. Divê hevşaredarên me werin berdan û vegerin ser karê xwe.”

Gunay di dawiya daxuyaniyê de got ku “Em hêvîdar in, wê saziya darizandinê nebe amûra mafê hilbijartinê. Divê saziya darizandinê biryareke bêalî bide û diyar bike ku divê biryara qeyyûm were betalkirin.”