Gulnaz Karataş li Ermenîstanê hat bibîranîn

Li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi boneya salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Li ofîsa Kurdistan Komîte ya li paytexta Ermenîstan Erîvanê di pêşengiya Kurdistan Komîte de îro bi boneya salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir dayik axivîn û Şehîd Bêrîtan bi bîr anîn.

Di civînê de dayik Kobar Kalaşyan di şexsê Şehîd Bêrîtan de tevahî şehîdê Şoreşa Azadiyê bi bîr anî û got; “PKK partiya şehîdan e û em jî wek dayik û malbatên şehîdan xwediyê vê partiyê ne.”

Piştre Seroka Kurdistan Komîtê Jînîka Qadir axivî û wê jî sersaxî ji bo malbatê şehîdan xwest kir û wiha dewam kir: “Şehîd şûna tifaqê ne, pêwîst e em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ez jî wek malbatek şehîdan dibêjim şehîd her tim roniya têkoşîna me ne.”

Endama Kurdistan Komîtê Mediya Rêzan mafê axaftinê wergirt û têkîldarî wate û girîngiya rojê axivî, destnîşan kir ku Şehîd Bêrîtan ji bo jinan xwedî cihekî cuda ye û wiha pê de çû; “Şehîd Bêrîtan fermandara me jinan e. Çawa ku şehîdê mezin Şehîd Egîd di têkoşîna PKK’ê de bû sembola parastina gelê Kurd, şehîd Bêrîtan jî di şerê Apoyîtî de bû sembola artêşbûna jina Kurd. Lewre jî şehîdên me rûmeta me ne.” Rêzan di şexsê Şehîd Bêrîtan de tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û soza şopandina rêça wan da.

Civîna bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

 

...