Gulmen û Ozakça hatin girtin
Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku 196 roj in li ber xwe didin û 76 roj in di greva birçîbûnê de ne, ji aliyê dadgeha nobedar ve hatin girtin.
Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku 196 roj in li ber xwe didin û 76 roj in di greva birçîbûnê de ne, ji aliyê dadgeha nobedar ve hatin girtin.
Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku duh bi şev deriyê mala wan hatibû şikandin û polîsan ew xistibûn binçavan, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Piştî stendina îfadeya wan dadgehê biryara girtina Ozakça û Gulmen da.
Di lêpirsîna dozgeriyê de ev pirs ji Ozakça û Gulmen hatibû kirin:
*Te vîdeoyek par ve kiriye û te jî ecibandiye, gelo tu fikirî yên ku par ve kirine endamên rêxistinê bin?
*Sedema van çalakiyên we çi ne,yên ku masûmane xuya dikin?
*Hûn dixwazin çalakiyên wekî yên Geziyê bidin destpêkirin?
*Di warê çalakiya we ya rojiya mirinê, sûd û kara we çi ye?
Ji xeynî vê diya Semîh Ozakça Sûltan Ozakça û hevsera wî Esra Ozakça hê jî di binçavan de ne.