Guldîken: Heke vîrûsek di girtiyekî jî bigere sûcdar dewlet e

Hevserokê Şûbeya Amedê ya SES'ê Şiyar Guldîken li ser girtiyên axivî û got,''Heke vîrûs di wan bigere ev tê maneya ku sûcdar dewlet e. Peywira sereke ya dewletê ye ku nehêle vîrûs di girtiyan bigere.''

Hevserokê Şûbeya Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê (SES) ya Amedê Şiyar Guldîken derbarê vîrûsa koronayê got civak bêyî ku biqilqile divê tevdîran bistîne.

Guldîken got divê hin rêbaz werin dîtin ku têgerîna vîrûsê li zemanekî dirêj berbelav bibe an na pergala tendiristiyê wê hilweşe.

Guldîken got,''Tabloya ku li Elmanyayê pêşbîniya wê tê kirin heke derkeve holê, e mê bibînin bê ka pergala tendiristiyê çawa hildiweşe. Ji ber ku heke milyonek kes di nav heftiyekê de serî li nexweşxaneyan bide û ev li nav 10 mehan an jî salekê were berbelavkirin ji hev cihê ye. Pergala tendiristiyê ku bi carekê re nikaribe vê hijmarê ragire wê hilweşe. Ji ber vê jî divê leza berbelavbûnê ya vîrûsê divê were kêmkirin. Jixwe ji ber ku mirov wê nikaribe pergala tendiristiyê ya Tirkiyê di nav pergalên herî baş a cîhanê de bihesibîne, li ser vê mijarê divê guh bide hemû hişyarîdayinan û bi qonax divê em tevbigerin.''

'GIRTÎ DIVÊ DEMILDEST WERIN BERDAN'

Guldîken got girtiyên ku ji mêj ve li girtîgehan mane jixwe pergala wan a xweparastinê qels e û got,''Ji ber vê, ji kîjan sûcî dibe bila bibe divê yên li girtîgehan têne gritin bi rengekî hesas werin parastin.  Her çendî ji hêla qanûnî ve hatibin cezakirin jî divê ji mafê tendiristiyê sûd werbigirin. Dema ku vîrûs di wan bigee ev tê maneya ku dewletê sûc kiriye. Peywira sereke ya dewletê ye ku vîrûs di girtiyan negere. J ber vê pêşî girtiyên nexweş, bi nexweşiya kronîk û di ser 60'î re bê dudilî, bê hincet werin berdan. Her wiha jinên ku li gel zarokên xwe girtî ne divê werin berdan. Dibe ku berana bi şert, kelepçeya elektronîk û rêbazên wiha werin nîqaşkirin lê ev girtî bi rengekî divê werin berdan. Ev welat xwedî wê 'zîrekî'yê ye ku di şevekê de bi dehan biryarnameyên di hikmê qanûnan de derxistiye, di cih de dikare vê mijarê bîne rojeva xwe.''

RÊYA PARASTINA GIRTIYAN

Guldîken got wan li Amedê platformeke ava kirine ku tê de rêxistinên tendiristiyê yên hiqûqê û malbatên girtiyan hene û got, ''Me ev platform ji aliyekî ve kiriye maseya krîzê. Em hewl didin li vê maseyê bi lez û bez daneyan bistînin. Em hewl didin hîn bibin bê ka li kîjan nexweşxaneyê çend weqa hene û rewşa wan çawa ye. Her wiha em daneyên girtiyên nexweş dişopînin. Her wiha li vê maseyê tiştekî dî yê ku em zelal dikin ew e ku hevalên me yê parêzer heta ku ne lezgîn be wê miwekîlên xwe nebînin. Heke bibînin jî wê girtî be. Her wiha li ser vê mijarê li ser tevdîrên ku di vê mijarê de werin standin em hêvî dikin ku rêveberiya girtiyan guh bidin giştînameyên ku ji wezaretan tên û her wiha guh bidin biryarnameyên serokkomariyê.''