Guizhouichthyosaurus zindiyên bi qasî xwe dixwar
Fosîlên ku sala 2010'an li eyaleta Gûîzhoû ya li başûrrojavayê Çînê di zikê zindiyekî deryayê de hate dîtin, li ser nêçirvaniyeke beriya 240 milyon salî agahiyan dide.
Fosîlên ku sala 2010'an li eyaleta Gûîzhoû ya li başûrrojavayê Çînê di zikê zindiyekî deryayê de hate dîtin, li ser nêçirvaniyeke beriya 240 milyon salî agahiyan dide.
Ji zindiyê deryayê Ichthyosaur (Ihtiyozor) ku sala 2011'an bi navê 'Guizhouichthyosaurus' hate pênasekirin, bedena wî dişibe masiyan. Heywanekî ku di zikê wî de hate dîtin, eşkere bû ku marmarokeke deryayê ye ku wê demê heywanekî hov bû.
Lêkolîna li ser mijarê çend roj berê li kovara bi navê 'iScience' hate weşandin. Ya balkêş ew e, di zikê Guizhouichthyosaurus ê 5 metre dirêj de, fosîlê marmarokeke bi 4 metreyan dirêj e. Zanyaran diyar kirin ku di nava fosîlên di zikê 'Guizhouichthyosaurus' de hatiye dîtin, hestiyê serî û teriyê nîne. Hate ragihandin ku reptîla bi navê Xinpusaurus xingyiensis a hatiye xwarin jî wê demê yek ji nêçirvanên hov bê deryayê bû.