Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, bi civîneke çapemeniyê ragihand ku wan "Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên Li Dijî Çapemeniyê" ava kirine.
Komîsyonê avakirina xwe li avahiya komeleyê ragihand û her wiha bal kişand ser zextên ku li ser rojnamevanan zêde bûye.
Endamê damezrîner ê Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li dijî Çapameniyê ya Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Ercan Îpekçî, di daxuyaniya xwe de behsa rojnamevanên ku di meha
dawî de hatine girtin kir.
Îpekçî, got ku rojnamevanên qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin hatine girtin û wiha pê de çû: “Bi operasyonên dawî yên li dijî rojnamevanan re hejmara rojnamevanên girtî derket 47’an. Rojnamevan ji ber kar û barên pîşeyî tên girtin û ev yek mudaxilekirina azadiya xwedîfadekirinê ye.”
Îpekçî, wiha domand: “Darizandin û girtina rojnamevanan a di çarçoveya sûcê ‘terorê’ de êdî pir zêde bûye û weke rêbazekê cezakirinê tê bikaranîn. Girtina rojnamevanan li Tirkiyeyê bûye amûra cezakirina rojnamevanan.”
Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, jî diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamevanî bi têgeha “terorê” tê krîmînalîzekirin û ew van polîtîkayan qebûl nakin. Aykol, got ku divê civak û rêxistinên rojnamevanan piştgiriyê bidin rojnamevanan û banga hestiyariyê li raya giştî kir.