Grevên birçîbûnê, li Şakranê 48, li Sîncanê 39, li Menemenê 27, li Wanê 25 roj in dewam dikin. Grevên ji bo piştgiriyê di 15'ê Adarê de li hemû girtîgehan hatin destpêkirin jî dewam dikin.
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakran Alîaga ya Îzmîrê, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîanîna li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bi rengekî bêdorveger-bêdem hat destpêkirin, ji di roja 48. deye.
Rewşa tenduristiyê ya girtiyan roj bi roj nebaş dibe. Hat ragihandin, girtî di asta krîtîk de ne û rêveberiya girtîgehê vîtamîna B1 ku ji bo girtiyan gelekî girîng e, nade.
Girtiyên di grevê de ne gelekî kêm kirine. Li girtîgehan zext, kiryarên xerab û gef jî naqedin. Rêveberiya girtîgehê gefê li çalakgeran dixwin, ku tişta Esat Oktay nekariye li zîndana Amedê bike, ew ê bikin.
Li girtîgehên Sîncanê 39, Menemenê 27, Wanê 25 roj in grev dewam dike.
Girtiyên li Girtîgeha Şakranê di grevê de ne:
Beşa Girtî ya T3: Zana Yaktin, Îhsan Bakaç, Ozgur Guçlu, Aslan Îlhan
Beşa Girtî ya T2: Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mûstafa Akar, Cengîz Dogan, Necet Kaya, Erhan Aryuz, Mûrat Dûman, Kasim Odemîr
Beşa Girtî ya T4: Nayîf Yargin, Veysî Kaya, Yûsûf Ozdemîr, Mihamed Brû, Abdullah Aksû, Şivan Bîlîk, Ronî Yavûz, Ahmed Azad Hacîhamir, Hasan Kasim, Enver Ahmet, Serkan Şahîn, Mehmet Emîn Dag, Devran Makas
Girtiyên jin ên di 25'ê Sibatê de tevlî grevê bûn: Cîhan Asî, Derya Moray, Meryem Soyleme, Hurriyet Dogan û Mahsûme Şedal
Însiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re ya Îzmîrê, li ser binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê di greva birçîbûnê de ne, raporek amade kir. Di raporê de tê destnîşankirin, ku rewşa girtiyên di grevê de ne gihîştiye radeya rîskê.
Rapor balê dikişîne ser vê yekê:
* Tecrîda giran heye. Di hewşê de qewîş hevdu nabînin.
* Li ser piyan hejmar tê girtin.
* Qewîş pir qerebalix in, nivîn têrê nakin. Di qewîşên 10 kesan de 15-20 kes dimînin. Ji ber ku zêde qerebalix e pirsgirêka hewa jî heye.
* Dema ku derdikevin hewşê pêkanîna 'pêlavê ji pê bike û bixe pê' dest pê kiriye.
* Pêdiviya bijîşk dereng tê bicihanîn an jî qet nabin bijîşk. Muayeneya bi kelepçe tê ferzkirin.
* Qadên civakî hatine qedexekirin. Pirtûkxane jî di nav de.
* Pirtûk hatine kêmkirin. Pirtûkên ku qedexe nînin jî bi biryara îdareya girtîgehê ve tê qedexekirin. Nexşe jî nadin girtiyan. Ferheng ji ber ku qalind e nadin.
* Li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 girtiyên ku bi stranên kurdî û tirkî govend gerandine cezayê hucreyê girtine.
* Name tên desteserkirin.
* Qertên bi nivîsa terorîst didin girtiyan ku bi sînga xwe ve bikin û girtiyên vê yekê qebûl neke, destûr nade malbat wan ziyaret bike. Destûr nadin ku mafê xwe yê telefonê bikar bînin.
* Ser hewşê bi têlan hatiye girtin.
* Dema girtiyan derdixin hevdîtinê bi awayekî yek rêz li pey hev rêz dikin û wan didin meşandin.
* Dema hevdîtnê 4-5 gardiyan di maseyan de digerin û malbat û girtiyan bi zanebûn tacîz dikin. Girtiyan di 7'ê Sibatê de ev yek şermezar kirin û tenê 10 deqîqeyan derketin hevdîtinê.
* Girtiyên hatin sirgûnkirin bi zorê ew di lêgerîna tazî re derbas kirin. Yên tazîkirin qebûl nekirin jî bi zorê hatin tazîkirin û rastî lêdanê hatin.
* Di beşa zarokan a Girtîgeha Şakranê de 6 zarok rastî îşkenceyê hatin. Ji ber ku di nava xwe de bi kurdî axivîn rastî lêdanê hatin. Gelek zarok jî bi tirkî nizanin.
* Mafê wan ê destûra xelatê bêyî sedem nîşan bidin bi awayekî keyfî ji holê rakirine. Ev destûr mafê hevdîtina 2-3 saetan a malbatên ji dûr tên e.
* Ji bo mafê hatiye îhlalkirin girtî her roj nêzî 70 daxwazname didin. Yên bi riya daxwaznameyan dixwazin bi îdareyê re hevdîtin bikin ev daxwaza wan tê redkirin.
* Komîteya Şopandina Mafê Mirovan a Walîtiya Îzmirê çû girtîgehê ji balbat û girtiyan re hevdîtin kiriye. Piştî vê hevdîtinê 4 roj şûnde dîsa rewşa girtiyan û zextên li ser girtiyan zêdetir bûye. Rewşa girtiyên nexweş bêtir xerab e. Di van rojan de girtiyê nexweş Cengiz Eker divê teqez anjiyo bibe. Lê hêj sewqî doktor nekirine.
* Li girtîgehan ev rewş bi rêya edlî û îdarî serledan hatiye kirin, lê dîsa bi encam nebûye.
* Tenê daxwazek girtiyan heye. Ew jî rakirina tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê zextên li ser azadiya girtiyan û pêkanînên rûmeta wan dişikîne bi dawî bibe.