Greva li Strasboûrgê roja 29’an li pey xwe hişt

Çalakiya greva bêdawî û bêdorveger a ji bo şikandain tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Starasboûrgê hatibû destpêkirin do roja 29’an li pey xwe hişt.

Meclîsên gel ên ji bajarê Frankfûrt ê Elmanya, dîsa Goteberg a Swêdê li gel xebatkarên Çira TV serdana grevê kirin.

‘EV ÇALAKÎ ÇALAKIYEKE BIRÛMET A TÊKOŞÎNÊ YE’

Li ser nava tîma ÇIRA TV a ji Bozo Gundî, Evîn Mêrdîn û Orhan Zerdeşt pêk tê, Bozo Gundî axivî û got: “Me silavên xebatkarên ÇIRA TV aniye. Ev çalakî, çalakiyeye birûmet a têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê bê birêvebirine.”

 ‘HER ROJA DIÇE REJÎMA ERDOGAN FAŞÎZANTIR DIBE’

Li ser navê Meclîsa Gel a Goteborg a Swêdê jî Elî Agirî axivî. Agirî anî ziman ku li gel dostên Kurdan ên li Swîsreyê xebatên têkildarî grevên birçîbûnê bi rê ve dibin.

Agirî bibîr xist ku her roja diçe rejîma Erdogan faşîzantir dibe û belavî her derên Ewropayê dibe û got: “Têkoşîna gelê Kurd a tê kirin êdî ji aliyê gelên Ewropayê ve tê dîtin û ev yek tê teqdîrkirin. Dîktatoriya faşîst a Tirkiyeyê li Ewropa tê tehşîrkirin. Her roja diçe jî her kes dikeve ferqa xeteriyên vê faşîzmê.”

Agirî da xuyakirin ku çapemeniya Swêdê jî di nav de çapemeniya Ewropa bi zanabûn berxwedana grevên birçîbûnê nadin, ev jî tê wateya dewama komployê û got: “Divê hedefa yekem a gelê Kurd bi dirûşma ‘Faşîzmê têk bibin, Kurdistanê ava bikin û Rêbertiyê azad bikin’ be. Greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guvenê destpê kirî, çalakiya herî bi hêz a vê hedefê ye.”