Greva birçîbûnê ya ku di 26'ê Çileyê de ji aliyê Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Osman Baydemîr ve ji bo wergirtina birîndarên li Cizîrê hat destpêkirin, di roja 4. de ji aliyê koma 4. a parlamenterên HDP'ê ve dewr hat girtin.
Parlamenter Feleknas Ûca, Bed3ıha Ozgokçe û Muslum Dogan nobeda grevê radestî Dîlek Ocalan, Mehmet Emîn Adiyaman û Erol Dora kirin. Di koma duyemîn de Çaglar Demîrel, Ahmet Yildirim û Nîhat Akdogan hebûn.
DEWLET DIBE ASTENG
Piştî ku greva birçîbûnê û hewldanên koma destpêkê li Wezareta Karên Hundir ti encam bi ser re neanî, parlamenterên HDP'ê biryar dabûn greva birçîbûnê li Meclîsê bi awayekî dorveger bidomînin.
Ji jêrzemîna wehşetê ku ev 16 roj in birîndar û cenaze lê asê man e, ev 7 roj in agahî nayê wergirtin. hêzên dewleat Tirk bi êrîşên xwe yên li hemberî avahiyê re nahêlin birîndar werin wergirtin û cenaze bên rakirin.