Greva birçîbûnê ya li Rûsyayê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di roja 10'an de ye. Koma ji Krasnodarê çalakî dewr girtin.
Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Krasnodarê Îşxan Ankosî got, "Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewama polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan e."
Ankosî bal kişand ser komploya navneteweyî jî û got, "Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO û Gladyoyê, 15'ê Sibata 1999'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke ku berê nehatiye dîtin, pêk anî. Komplo bi pêşdîtin û hewldanên mezin ên Rêberê me hate têkbirin. Dewleta Tirk a faşîst ku nekarî daxwaza xwe bi komployê bi cih bîne, bi tecrîdkirina Rêberê me re dixwaze encamê bigire. Tecrîd bêçaretiya dewleta Tirk a li pêşberî îradeya mirovên azad e. Divê gelê me li dora Rêberê me bicive, bibe yek. Polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta Tirk a faşîst bi vî rengî dikare bê têkbirin."